23 maj 2020

Li ser rexneya Ciwanmerd Kulek


Rûdaw bi kurdî, erebî, îngilîzî û tirkî nûçeyan belav dike.

Bi farisî tuneye. Li ser Rûdawê navê Farisî tuneye.

Çima bi tirkî heye, çima bi farisî tuneye?

Erebî, îngilîzî min fêm kir, lazim e, şert e.

Lê çima bi tirkî ?


Him jî xeberên Tirkiyê û yên li ser Tirkiyê belav dike. Çima û ji bo çi?

Bi baweriya min dibê Rûdaw û Kurdistan 24 bi tirkî weşanê nekin. Bi weşana bi tirkî him îsrafeke mezin û bêfeyde dikin û him jî zirarê didin kurdan. Kurdan fêrî tirkî dikin. Dezgeheke kurd û 

Kurdistanî ji bo çi ewê bi tirkî weşanê bike?

Ji dêlî tirkî dibê bi zazakî weşanê bike, qenekê ewê feydekê bigihîne miletê kurd û yekîtiya kurdan. Lê bi weşana bi tirkî tenê zirarê dide kurdan.

Ciwanmerd Kulek ev nivîsa min bi şiroveya jêr rexne kiriye:

Ciwanmerd Kulek:
”Belê, li Tirkiyê adeteke zarokên kurdan heye berî ku bi diya xwe re bipeyvin, berî ku dest bi mektebê bikin, berî ku li Çocuk TV binerin, berî ku lîse û zanîngehê bixwînin, berî ku li maçan temaşe bikin Rudawê dixwînin û fêrî tirkî dibin. Zû bigirin!
Kes nikare bibe kefîl, bibêje piştî ev Tv û rojname hatin girtin her kes ê nusxeyên kurdî bixwîne. Bi deh salan kurdên Tirkiyê bi hesreta weşaneke alternatîf bûn, cenabê te dibêje bila ew jî bên girtin. Tirkî jî êdî bûye zimanekî kurdan, mixabin, û ne ji rûyê wan e.”

Zinarê Xamo: Min negotiye bira Rûdaw were girtin, ya jî bi kurdî waşanê neke. Min gotiye bira xeberan wek ajanseke tirk li ser Tirkiyê bi tirkî belav neke. Ajanseke kurdî, malpereke kurdî, telewîzyoneke kurdî ji bo çi ewê bi tirkî û wek ya Tirkiyê weşanê bike, xeberên Tirkiyê bi tirkî belav bike ?
Xeberên li ser Tirkiyê bi kurdî belav bike temam, lê xberên Tirkiyê, axaftinên siyasetmedarên tirk bi tirkî belav dike. Çima, ji bo çi?
Ma zimanê kurdê başûr tirkî ye bi tirkî wan agahdar dike?
Tirk li ser kurdan û Kurdistanê ji miletê xwe ra bi kurdî weşanê nakin.
Lê Rûdaw dike.

Rûdaw, tenê li ser kurdan û Kurdistanê înformasyonê nade tirkan, ew wek ajanseke Tirkiyê weşanê dike, min ev rexne kiriye. Axaftinên serokên tirk neqlen dide, bûyerên li Tirkiyê diqewime bi tirkî dide.
Ma zimanê kurdên başûr tirkî ye?
Heger ji bo kurdên bakur e, çi bi tirkî ?
Em zanin tirkî ji me ra bi zirar e.

Rûdaw ji dêlî ewê bi milyonan dolar bide xeberên tirkî û li ser Tirkiyê weşanê bike, bira wan xeberan tenê bi kurdî bike, bira weşanekê bi zazakî bike.

Hewcedariya kurdan îro ne bi program û weşanên tirkî, bi yên kurdî heye. 

Rûdaw çima ewê pera bide kurdan ji bo ku bi tirkî binivîsin, çima ewê kurdan bihewisîne tirkî?

Kurdên PKKê û HDPê û yên din ji xwe têra xwe bi tirkî dinivîsin û ji asîmîlasyonê ra xizmetê dikin; dezgeheke Kurdistana başûr jî çima ewê piştgiriyê bide helandina kurdan?

Ma ne dibê Rûdaw siyaseteke eksê wê, siyasetke li dijî asîmîlasyonê bimeşîne û di vî warî da piştgiriyê bide kurdên bakur. Bira ji bo zarokên kurdên bakur programên zarokan çê kin, ne ku axaftinê  Erdogan û Çavuşoglu zindî bidin û wek ajansake tirk weşanê bikin.


Ciwanmerd Kulek: Welle eger hûn ji wan gotinên min vêya fehm dikin ez ti gotineke dî nekim baştir e: erê ez dagirkeriyê û asîmilasyonê diparêzim. Xelas çû, biborin ku ez mirovekî li gor hêviyên we derneketim. Xerabèn wek min jî hene li civata me, tiştek ji dest nayê.


Zinarê Xamo: Meselê neguhere. Min gotibû dibê Rûdaw bi tirkî weşanê neke, ev yek zirarê dide kurdan. Tu li dijî vê derket, te got:

”Bi deh salan kurdên Tirkiyê bi hesreta weşaneke alternatîf bûn, cenabê te dibêje bila ew jî bên girtin. Tirkî jî êdî bûye zimanekî kurdan, mixabin, û ne ji rûyê wan e.”

Di vir da tu dibêjî weşana Rûdawê bi tirkî rast e, di rexneya xwe da ez neheq im.
Ya din, tirkî êdî bûye zimanê kurdan û dibê em vê rastiyê qebûl bikin.
Yanî daxwaza min ya ji Rûdawê ne di cî da ye.
Ma ev gotinên te ne teslîmbûna asîmîlasyonê ye, ne parastina wê ye?
Ka ji min ra bibêje min çi şaş fêm kiriye?
Ji dêlî ku tu li ser gotinên xwe bifikirî, tu hevalê xwe belengaz dikî, ev jî ne xweş e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE