30 maj 2020

Zimanê cinet û cehnimê


Du xortên kurd li parqekê rûniştibûn û bi hev ra kitêbek dixwendin. Yekî ereb ji ber wan derba dibû, ji xortan pirsî:
-Xortno, ma ew çi kitêbe hûn dixwînin?
-Xortan gotin:
-Em zimanê xwe, kurdî fêr dibin.
Yê ereb got:
-Hûn kurdî fêr bibin ewê ji we ra bi kêrî çi were?
Xortan gotin:

-Ji bo ku li cinetê em bi pêşiyên xwe ra bi kurdî bipeyivin em fêr dibin.
Yê ereb bi tinaz got:

-Hûn ji ku zanin hûnê herin cinetê? Ya hûn herin cehnimê?
Xortan gotin:
-Tişt nabe, em bi erebî zanin.


Parsek û çikûs
Parsekekî çû li deriyê yekî pir çikûs xist , ji bo ku sedeqeyekê jê bixwaze. Yê çikûs derî lê vekir, got:
-Xêr e, tu çi dixwazî?
Parsek got:
-Ez birçî me, ji bo riza Xwedê pariyek nan bide min.
Çikûs got:
-Wele îro nanê me nemaye.
Parsek got:
-Wê gavê xêra miriyên xwe tasek ard bide min.
Çikûs got:
-Wele ardê me do qediya.
Parsek got.
-Wê çaxê xêra xwe tasek av bide min, ez dikim ji tîna bibehecim.
Çikûs got:
-Bi serê te dilopa avê jî li malê tuneye, ava me ji vêsê da ye hatiye birrîn, em jî wek te dikin ji tîna bibehecin.
Parsek hew xwe ragirt, got:
-Ê wê gavê were em bi hev ra parsê bikin.

Masî û bîn
Mêrik li dikana masîfiroş masî dikirî. Berî ku yekî rake, têke kîsikê xwe dêla wî bîn dikir. Masîfiroş got:
-Birayê delal, masî ne ji dêlê, ji serî genî dibe.
Mêrik bi rûkenî got:
-Ez zanim genîbûn ji serî dest pê dike, lê ez dixwazim bizanim hela ka gihîştiye dêlê jî ya na.

Tirra li cimatê…
Rojekê gavanê gund li civatê tirrek kir. Her kesî berê xwe pê da kir, pê keniye. Xwediyê tirrê ne şerm kir û ne jî xwe tertiland. Berê xwe da civatê û got:
-Hûn bi çi dikenin? Ne ker e ku ez bibêjim hûş û ne kûçik e ez bibêjim hoşt! Ji nişka ve bazda û çû. De îcar sûcê min çi ye?

Ku ne derew e…
Zerûga kinik yeka gerok bû, çend sal bûn bî bû û di ser da jî yeka gelkî ne xweşik bû. Ji xwe ra li mêrekî digeriya lê bi dest nediket. Li bajêr bi şev rîya çend jinan birîbûn û tecawizî wan kiribûn. Dost û hevalên wê jê ra gotin, keçê bi Xwedê meriv êdî newêre bi tenê ji mala xwe derkeve der.
Zerûg keniya, got:
-Weleh ez dibêjim derew e. Ez bi şev û roj bi tenê digerim tu kes nayê rêya min nabire û tecawizî min nake. Heger ne derew e bira carê yek were rêya min jî bibire.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE