29 maj 2020

Her sûcê li Efrînê dibe artêşa tirk dike


Malper, telewîzyon û ajansên xeberan ên kurdî di xeberên xwe yên li ser Efrînê û rojavayê Kurdistanê da dibêjin "çeteyên girêdayî Tirkiyê, çekdarên girêdayî Tirkiyê" nizanim li Efrînê çi kirine.

Li Efrînê, li Girê Sipî, li Serêkaniyê tu çete meteyên serbixwe tunene, giş artêşa tirk e.

Her sûc, her teror û tecawiza li Efrînê dibe artêşa tirk dike, bêyî destûr û daxwaza Tirkiyê çeteyên ereb nikanin çipiska xwe jî bi kesî bikin. Ew çeteyên artêşa Tirkiyê ne, eskerên Tirkiyê ne. Tirkiyê meaşê wan dide.


Ji bo wê jî dibê meriv rasterast bibêje Tirkiye û artêşa tirk, çete jî, qatil jî hemû yên Tirkiyê ne, Tirkiye wan sûcan bi wan dide kirin.

Tirkiye li Efrînê sûcên li dijî însaniyetê dike, mal û milkê xelkê talan dikin, tecawizî jinên kurdan dikin, dikujin û vîdeoyên wan belav dikin.

Û Neteweyên Yekgirtî, Dadgeha Mafê Mirovan, dewletên mezin, dinya giş li vê barbariya tirkan, li vê jenosîdê temaşe dike.

Partiyên kurd jî li hemberî vê wahşeta tirkan dengekî bi hev ra dernaxin. Gerek nuha partiyên Kurdistana rojava gişan bi hev ra bikira qîrîn û hawar û dinya bihejandana.

XXX
Hin kurd carê herimî ne, ji zilamtî û xulamtiya tirkan têr nabin. Berê merivên Demirel bûn.
Dû ra bûn zilamên Erbeqan. Piştî çend salan dev ji Erbeqan berdan, bûn şelafên Erdogan.
Çend salan ji Erdogan ra delalî û amîgotî kirin. Erdogan karê xwe bi wan qedand, dû ra jî ew qewirandin.
Nuha jî şeşderba xerabe Davutoglu diceribînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE