29 maj 2020

Çend gotinên Recep Tayyip Erdogan


Gelek gotinên Erdogan yên ibret hene, min çend hebên wan wergerand kumancî.

-Selahîyetê bidin vî birayê xwe, hûnê bibînin bi dolar ra micadele çawa dibe.
-F
eqîr ji bo ku nizane bidize feqîr e.-Bira ev hesret êdî biqede(ji bo Gulen)
-Yê wan dolarê wa hebe, yê me jî Xwedayê me heye !
-Tim dibêjin tiliya hêzên derve, baweriya min bi viya tuneye.
-Dizî ji bavê derbasî lêw dibe.
-Ev darbe lutfeke Xwedê ye.
-400 bidin(qest 400 milyon dolar rişwet e) bira ev îş bi selametî çareser bibe.

-Ava tulumbî qediya.
-IMFê ji me deyn xwest.
-Heger gunehê te pê were, tu yê tlkeve rewşeke gunehê xelkê bi te were.
-Yên biaqil Tirkiye terikandin, yên kêmaqil li vir ketin kemînê(ji bo merivên Gulen gotibû)
-Min darbe ji zavayê xwe bihîst.
-Yê dolar bikire ewê peyatî bimîne.
-Montajbûna kasêtan ezê herf bi herf îspat bikim.
-Heyyy Emerîka !
-Mim loqmeyê helal bi zarokên xwe neda xwarin.
-Ma ji me çi xwestin ku me neda?
- Eyy Amerikaaa!
-Em hatin xapandin.
-Pera bi temamî bike sifir.
-Heger we rojekê dît Recep Tayyip Erdogan zengîn bûye, bizanibin ku heram xwariye.
-Ji wan ra av jî tuneye.


XXX

Li herêma Rihayê, Mêrdînê, Diyarbekrê û li gelek bjarên Kurdistanê dewlet avê û elektirîkê ji ser kurdan dibire, xelk bêav û bêelektirîk e.
Tarîxê tu dagirkerekî hewqasî dirinde, faşîst nedîtiye. Ev irqçîtî ye, jenosîd e. Ji bo ku kurd in xelkê bêav û di tariyê da dihêlin


XXX
Gava meriv li dijî yekî be, jê hez neke, siyaseta wî, îdeolojiya wî rast nebîne mafê wî ye wî kesî rexne bike.
Lê buhtan, bi gotinên wî kesî negotiye îthamkirin ne karekî dirist e, bêexlaqî ye. Ew meriv çiqasî pîs, nerind be jî dibê meriv buhtanan lê neke, kê çi got hema jê bawer neke.
Fêsad bi zanetî buhatên wiha dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE