Dibêjin dijminek pir e, sed dost hindik e.
Yê me kurdan ne
yek, çar dijminên me yên pir hov û dirinde hene.
Dostên me yên sadiq jî bira
sed li wir bimîne, du sê heb jî tunene.
Di ser da ev ne bes e, em jî ne li hev in, em heftêûheft serî ne.
Çend dostên
me yên hene jî feqîran şaş mane, nizanin bi kê ra rûnin, bi kê ra rûnenin.
Kê îqna bikin, kê îqna nekin!
Kê li hev bînin, kê li hev nînin!
Gava bi yekî ra dibin dost, deh êrîş dikinê…
Yekî ji dijmin dûr dixin, deh diherin dikevin himêza dijmin û ew û dijmin bi hev ra êrîşî dilxwazê me dikin.
Rast e dijminên me pir in, îro em nikanin bi wan, lê em jî ne tu milet û meriv in, em zanin dubendî, heftserîtî xerab e, lê dîsa jî em wê dikin.
Îcar çima û ji bo çi xelkê alîkariya me bike, gava yekîtiyeke me ya netewî, dezgeheke me ya mişterek tunebe?
Berî her tiştî dibê em gazinan ne ji xelkê, ne ji dost û mitefikên xwe, ji xwe bikin, em bi hev ra tiştekî naxwazin, daxwaz û şîareke me ya hevpar, milî tuneye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar