30 maj 2020

Di rojên koronayê da jî edalet tuneye




Hukûmeta Swêd wek Tirkiye derketina derve li însanan qedexe(yasax) nekir, welat nexist karantînayê.

Lîse, zanîngeh girtin, lê dikan vekirîne, trafîq dixebite, însan diçin karên xwe, çûn û hatin serbest e, însan wer li derve ne, digerin.

Gava ez li bakurê Kurdistanê û li metropolên Tirkiyê halê kurdan, hevsîbûna wan dibînim, ez şerm dikim qala rehetî, kêf, gerr û seyrana xwe ya rojane bikim.


Ez û xanim her roj danê nîvro ji mal dertên, li dora du saetan digerin û dû ra tên mal.


Ev çend roj in min mesele hîn pêş da biriye, berê ez tenê dimeşiyam, lê ev çend roj in min bez jî lê zêde kiriye, êdî di nav ra, li dora nîv saetekê jî baz didim.


Kurdên me ev du meh in di malên xwe da di karantînayê da ne û ez û xanim jî li vir vê kêf û sefayê dikin.
Bi Xwedê ev ne edalet e !
Hema biqehere û min rexne bike, kevir û dara li min bibarîne jî ne neheq e

Mirza Akar Keko, bi hêvîya sihet û berdewamîya kêf û xweşîya we...
Mamoste, wextekî Siwarîyan ku didîtin yek Coca-Cola vedixwe digotin; 'hewal gerila dağda qola buliyor mi, sen birde qola içiyorsin'. Niha ya cenabê we ye. Dê heval bêjin em li vir hepsî bin û hûn jî her roj derkeivin seyranê.. Guh nede kesî li kêfa xwe binihêrin.
Xweş û silamet bin...

Kaniya Dapire xwezik bi we, ez wayê nêzikî 3 meh ye di mal de hepiism. di heftekî tenê roja yêkşemîyê danê êvarê saet 2-20. 

Cepren…: Heqê te ye kekê hêja. Baş li wî bedena xwe binêre. Divê tu herî kêm 120 sal emr bikî
Kesên wekî te Kurdperwer, zana û hêja ji me re lazim in

Zinarê Xamo: Mala te ava be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE