15 maj 2020

Gerek meriv tu carî bi zulma dijmin li birayê meriv dike kêfxweş nebe


Kesên kurdperwer di warê siyasî û îdeolojîk da çiqasî li dijî hev bin jî gerek bi çavê dijmin li hev nenêrin û gava dijmin li yekî zulm kir, yê din pê kêfxweş nebe, ji zulma dijmin ra li çepikan nexwe. 

Hin kurd vê şaşiyê dikin, ev ne rast e.

Dewleta tirk vêsê bi keriyek gurên xwe yên çekdar avêtin ser çar belediyên HDPê, sorokê belediya Sêrtê, Baykanê, Ixdirê û Misircê(Qurtelanê)êsir girtin.


Evê ji we ra nemîne. Rojekê emê hesabê vê namerdiya we ji we bipirsin.

Kurdê hîn jî hevalê vê rejîmê, vê dewletê ye ew jî namerd e. Bi meriv ra piçeik şexsîyet û şeref hebe meriv nabe hevalê neyarekî hewqasî qirêt, namerd.

Mamoste Memed: Li gorî min dewletê tişte kî pir xweş kir.

Zinarê Xamo: Çima ? Ev tiştê baş çi ye?

Mamoste Memed: Ku armanca wan tirkîye ke demokratîk be welle başe ev rewşa. Çi hewceyî wane ku tirkîye bibe demokratîk, ka zimane me kîjan dibistanê da fermî bûye îja ewna rabûne pey îdeolojî û demokratîk bûyîna tirkîyeyê diçin. Ev eynî sendroma Stokholmê.

Zinarê Xamo: Bi baweriya min gava hêzên dagirker kurdekî meriv siyaseta wî şaş dibîne bigre, têxe zindanê, zulmê lê bike, dibê meriv pê kêfxweş nebe û nebêje dewletê ”pir xweş kiriye.” Kêfxweşbûna bi zulma hêzên dagirker ne karê merivên welatparêz e.
Ez jî siyaseta HDPê rast nabînim û min tu carî ray jî nedaye HDPê û min ji kesî ra negotiye raya xwe bidê.
Lê ez ji qeyûman ra li çepikan naxim û bi girtina kurdên HDPê dilşa nabim.
Em kurdên welatparêz, kurdperwer giş wek hev nafikirin, emê hev rexne bikin. Lê belê li hemberî êrîşên dijmin dibê em li hev xwedî derkevin.
Sibe dewlet kane eynî tiştî bîne serê te jî. Yê HDPê jî wek te bibêje, dewletê pir baş kiriye” ma rast e?
Milet bi îradeya xwe azad ray dane van kesan. Dewleta dagirker îradeya milet qebûl nake û bi darê zorê belediyê jê distîne. Tu wek kurdekî xwe kurdperwe dibînî çawa kane ji vê zorbatiya hêzên dagirker ra bibêjî ”baş dikin”?
Kî dikeve dewsa wan kesên tu bi girtina wan kêfxweş bûyî?
Qeymeqam û waliyê dewletê!
Yanî tu dibê ew ji kesên hatine girtin baştir in?
Hevalê dewletê, xayin ne tê da, dewlet zulmê, neheqiyê li kîjan kurdî bike dibê meriv li dij derkeve û tu carî pê kêfxweş nebe.

XXX


Amberîn Zamana rojnamevan di nivîsa xwe ya rojnameya El Monîterê da dibêje ”Tirkiye li dijî hevdîtinên PYDê û ENKSê ye û ji têkiliyên nabêna wan pir aciz e”

Li gorî xebera Amberîn Zamanê, Tirkiye ji nabêncîtiya Fransa û Amerîkayê pir aciz e û rexneyên giran li Fransayê digre.

Bêguman Tirkiye ewê li dijî hevkarî û yekîtiya kurdan be, ewê bixwaze ENKS tim di bin kontrola wan da be û kurdên rojavayê Kurdistanê ji bindestiyê xelas nebin.

Êdî tiştek pir vekirî ye, ji ENKSê û PYDê û partiyên din kî li dijî yekîtiyê be, kî qal û qîlan û hin tişt miştên pelapûçî bikin hincet û nehêle PYD û ENKS yekîtiya xwe çê kin ew meriv û sîxurê Tikriyê ye.
XXX


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE