Her sibe gava ji xew radibim diçim salonê, mitpaxê, li hewşê
dinêrim, vedigerim hundur.
Li salonê kes tuneye, ez bi tik û tenê me. Bêdengiyeke xweş heye, diçim, têm, bala xwe didim der û dora xwe, bîstekê li dilê xwe guhdarî dikim.
Qahwa xwe ya sibê çê dikim, xurîniya xwe dikim.
Sibe ye, rojeke nuh dest pê kiriye, ezê çi bikim, çi binivîsim?
Diçim li ber kompîtora xwe ya li bende min e rûdinim.
Di serê min da pirs li bin guhên hev dikevin.
Berê dûrikekê belav dikim, dû ra jî pêkenînekê. Ev demeke ev bûye rûtîna min a rojane.
Dû ra jî bala xwe didim e-mailên xwe, li facebookê, li blog û li tiwîttera xwe
dinêrim.
Dû ra Wordê vedikim, lê nizanim çi binivîsim.
Ekran li ber min dibe wek rûpelek sipî ya vala.
Qelem di destê min da ye, dilê min tije ye, serê min tevlihev e, hestên min
dibe hêlkan û hêl dibe, geh vir da, geh wê da hêl dibe, nizanim çi binivîsim.
Carnan ji nişka ve tiştek tê bîra min, carnan jî qet tiştek nayê bîra min.
Carnan jî gelek tişt li bin guhên hev dikevin, lê mijareke xweş, li gorî dilê
xwe nabînim.
Berê xwe didim malperên xwe yên facebookê û twîtterê, bîstekê bala xwe didim
wan û li tiştekî, li mijareka li gorî dilê xwe digerim.
Carnan dibînim, carnan nabînim.
Carnan gelek tiştan li pey hev dibînim.
Carnan tiştekî dinivîsim, carnan nanivîsim.
Lê her sibe gava ji xew radibim, gava têm li ber kompîtora xwe rûdinim, dixwazim
tiştekî nuh bibêjim, dixwazim karekî baş û xweş bikim. Dixwazim wê rojê bê kar,
bê nivîs, vala derbas nekim
Her sibe rojeke nuh e, destpêkeke nuh e. Lema ez jî her sibe dixwazim tiştekî nuh,
tiştekî do min negotibû û nekiribû, bibêjim û bikim. Îro jî va ye wiha bû…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar