27 maj 2020

Li ser cimata Facebookê û Twîtterê



Sebeb çi ye nizanim, lê bi qasî ez dibînim kesên xort, bajarî, entel twîtterê û yên kal û pîr, gundî jî Facebookê bi kar tînin. 

Yanî meriv kane bibêje mekteblî twîtterê, alaylî jî Facebookê bi kar tînin.

Di nava mekteblîyan da hebûna alaylîyekî wek min îstîsna ye, îstîsna qaîdeyê xera nakin.


Li ser ferqa nabêna tiwîterê û FBê kanim tiştekî din jî li fikra xwe zêde bikim.

Bi qasî ez dibînim cimata twîtterê ji cimata Facebookê wêrektir e. Qey ji ber ku yên Facebookê piranî "alaylî" ne newêrin fikrên xwe bibêjin. Ya jî nikanin bibêjin.

Lê mektebliyên twîtterê wek şalûl û bilbilan, wer şeqîn û vîçîna wan e, gav û saetê dixwînin.

Bi Xwedê carnan li ser hin mijaran deng dixin hev, hey hewar, ji vîçevîçe wan guhên meriv kerr dibe, her yek li meqamekî dixe, her yek dengekî ecêb derdixe, meriv ji guhan dibe.
Lê hin kes ji qîjewîjê, ji kakofonîyê hez dikin, qet aciz nabin.

XXX
A nuha min pir dixwest ez bi şairekî baş bûma, na wele tenê ez bi Arjen Arî bûma, Hema kanîbûya saetekê wek wî ji te hez bikira.

Min li ser gotinên herî xweş bigota, dilê herî mirî şa bikira, wek kihêlekê rakira pêdarê.
Lê min kîjan gotin ceriband, dil hulhulî ne eciband, tim got “niç”, ev têrê nake.
Çi bikim hew ji min tê.

Lê dibê tu bizanibî tu sebra vî dila yî, navê te hêz û qeweta min e, gav û saetê hewîniya xwe pê tînim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE