15 maj 2020

Bi pîrozkirinê kurdî ji mirinê xelas nabe !



15ê gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Kurd vê rojê wek cejna zimanê xwe pîroz dikin. Pîrozkirin û axaftina li ser zimên baş e, lê têrê nake. Bi pîrozkirinê kurdî ji mirinê xelas nabe.

Ji bo kurdî nemire û em jî nebin tirk, dibê kurd bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, bi kurdî binivîsin, kurdî bikin zimanê bazarê, edebiyatê û siyasetê, her warê jiyanê.

Bi pîrozkirina di medyaya sosyal da, bi sloganan kurdî ji mirinê xelas nabe. Em giş bi viya zanin.


Ji bona ku tu bikanibî miletekî ji ortê rakî, dibê tu berê ji zimanê wî miletî dest pê bikî, zimanê wî lê yasax bikî. Yanî wî miletî bihelînî, asîmîle bikî. Dem asîmîle bû êdî îşê wî diqede, êdî dibe miletekî din.

Tirkan ev yek baş fêm kirine û lema jî kurdî tu carî serbest nekirin, nekirin zimanê perwerdê. Ji bo ku dixwazin kurdan wek mile tji ortê rakin. Û ji bo vê jî giranî dane asîmîlasyonê.

Kîjan hatiye ser hukim ferq nake, amanca îktîdaran gişan helandina kurdan bûye. Xwestina bi riya asîmîlasyonê kurdan bikin tirk. Û bi ser ketine jî. Bi milyonan kurd kirin tirk. Gelek bajarên me bûne wek bajarên tirkan, meriv qet nizane şêniyên wan bajaran kurd in, zimanê bazarê, yê zarokan, yê milet tirkî ye.

Kurdî îro di sikratê da ye û li ber mirinê ye. Heger em li bakurê Kurdistanê, yanî li beşê Tirkiyê di demek kin da nebin xwedî statuyeke siyasî, kurdî nebe zimanê perwerdê, xelaskirina kurdî ji mirinê ne mimkûn e. Lê heger em bi zimanê xwe bipeyivin, zarokên xwe bi kurdî mezin bikin, em kanin vê demê dirêj bikin, belkî di rojên pêş da em mafekî bi dest xin.

Lema jî pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî têrê nake, dibê em kurdî bikin zimanê malê, bazarê, siyasetê, edebiyatê û her qada jiyanê.
Bi vê hêviyê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.

Mîkael Bilbil li ser asîmîlasyonê tiştên muhîm dibêje.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE