05 maj 2020

Ji bo careke din tu pesnê xwe nedî !


Di meşa me ya rojane da tim ez li pêş û xanim li dû min bû, ew tu carî nedigihîşt min. 

Min ji zarokan ra pesnê xwe dida û niggiraniya wê jê ra dikir serhevde.

Lê ev du roj in nizanim çi pê hatiye, tew ez nikanim bi teqalê kevim, bawer bikin bûye xezal, ji başokê jî xerabtir bûye, difire.


Îro di kaş û hevrazan da bîn li min çikand, ez dibeziyam jî nedigihîştimê, di nabêna me da tim 10-15 mîtro hebûn...

Min got xanim, xêr e, çi bi te hatiye ? Te xezal jî derbas kir.

Got, ez wiha dikim ji bo ku tu bibêjî tobe, careke din tu pesnê xwe nedî…
2020-05-04

Nevîçerekê Qeto Deno:Mamoste yênge bawer im pir înad e.. Înada kurdan cem wê heye. Sedema wê êdî tu nagihîjî yê :)
Zinarê Xamo: Erê erê, li bavê xwe yê rahmetî çû ye, carê bibêje na, na ye...

Nevîçerekê Qeto Deno: Xwedê emîrekî dirêj nisîb we bike.. :) gava min twîtta te xwendî mîna fîlmekî li ber çavên min de derbas bû ku yênge te derbas dibe û tu du re mêze dikî û şaş dimînî asfghjk Slavên germ

Zinarê Xamo: Ez tu carî hewqasî li dû wê nemabûm, min hêdîka baz dida jî nedigihîştimê, te digot belkî hoverboard di bin nigan da ye, hema diherikî û ji min bi dûr diket...:))

Nevîçerekê Qeto Deno: Bi deng kenîm her hebin insella. Slavan jî lê bike me xiybeta wê kir. Destên wê maçê dikim

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE