04 maj 2020

Li ser gazineke Tosinê Reşîd


Tosinê Reşîd di malpera xwe ya facebookê da gazineke wiha ji kurdên misilman kiribû:

”ÊZDÎ, ELEWÎ, KURD…
Pirsa ku êzdî dibêjin ‘em ne kurd in’, elewî dibêjin ‘em ne kurd in’, her ro hilnedin, daneynin. 
Dem pêvîste. Salên 60-emîn, sedsalîya buhurî, gava me dest bi karê kurdayetîyê kir, em diçûne gunda û me digot, wekî em kurd in. 
Geleka digot: ‘Baş, wekî em kurdin, lê çira kurda em qir dikirin. Ne em destê wan revîne’. 
Me digot, wekî ew dewran çûye. 
Lê ew dewran hê jî neçûye. Berî gişkî, gerek nav kurdên musulman de kar bikin, wekî ew êzdîya, elewîya, yarsanîya wek xwe bibînin. 
Kesên nanê êzdîya naxun, wê çawan bêjin, ku ew û êzdî netewekin? 
Lê ev kar nayê kirin. Gelo ew kesên herdem dinvîsin, ku êzdî, elewî dibêjin em ne kurd in, qet carekê çûne nav kurdên musulman, haya wan ji nêrînên kurdên musulman heye? 
Ez bawerim tune. Lê haya min heye…”

Min jî di binê vê rexne û gazina wî da ev komentara jêrîn kir:

”Kekê Tosin, ev gelek car in tu dibêjî musilman nanê êzdiyan naxwin, ”kesên nanê êzdiyan nexwin, wê çawa bêjin ew û êzdî birayên hev in.?”

Tu viya tim dubare dikî û bi rengekî wer dibêjî fena ku kurdên musilman giş wiha ne, giş nanê, xwarina êzdiyan heram dibînin. 

Ev ne rast e.
Hin kurdên cahil ên ”nanê êzdiyan naxwin” hene, ev rast e. Lê piraniya kurdên misilman ne wiha ne. Mimkûn e li hin herêman ev kultur zêde be, lê li hin herêman ne wiha ye. 

Mesela li Wêranşarê ne wisa bû. Êzdî zengînên Wêranşarê bûn. Rojê bi dehan kurdên musilman li ser sifra Evdoyê Bişra Axa bûn. Gava Evdoyê Bişar Axa li Wêranşarê dimeşiya her kes ji ber radibû û hurmet nîşanî wî dida. 

Mala Mîro zengîn û malmezinekî Wêranşarê bû. Mala wan jî tu carî ji mîvanan xalî nedibû.

Mala Mihemedê Eliyê Kelo li Balûcê li ser rê bû, hemû rêwiyên ji Qerejdaxê diçûn bajêr miheqeq dadigeriyan mala wî û dixwarin û vedixwarin. Ava wan, dewê wan, çay û qahwa wan, xwarina wan ji mîvanan ra tim hazir bû, sifra Mihemedê Eliyê Kelo tim li Erdê bû.

Mala Kelo û mala Xelefê Hindo tu carî ji mîvanan xalî nedibû. 

Hin axa û malmezinên kurdan zarokên xwe kiribûn dawa Evdoyê Bişar Axa. 

Evdoyê Bişar Axa, Mihemedê Eliyê Kelo, Xelefê Hindo, Mîro, Temir Axa, Kato, vana şexsîyet û giregirên, malmezinên Wêranşarê bûn, di nava kurdan da xwedî qedir û qîmet bûn.

Tu tu carî qala tiştekî pozîtîf nakî, tu tim qala xeraban, û xerabiyê dikî. Wan ”ji bîr neke” bibêje, lê carnan qala başan jî bike, carnan qala tiştekî pozîtîf jî bike.

Ez û hevalên xwe em tim mîvanên êzdiyan bûn, ez bi rojan li gundên wan geriyame û li malên wan mame.

Li Almanya gelek kesî digot belkî ez êzdî me, ez bi rojan li malên hevalên êzdî mame.
Êzdiyên Bircê û Balûcê her sal pezên xwe, bana xwe danîn gundê me Malwêrîn, ew xaltiya min wek malekê bûn.

Yanî rast e kurdên cahil , nezan hene, wek te jî gotîye ”nanê êzdiyan nedixwarin”, lê piraniya kurdan ne wisa ne, li her derê ne wiha ye. 

Li ba me kesên wer digotin hebûn, lê piranî ew dîtin şaş didîtin, bi êzdiyan ra hevaltî û kirîbatî dikirin, mastê êzdiyan jî dikirîn û nanê êzdiyan jî dixwarin.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE