17 maj 2020

Tiştê tirk tînin serê me jenosîd e


Gava tirk parlamenter û siyasetmedarên kurd davêjin zindanê, serokên belediyan tewqîf dikin, qeyûman datînin dewsa wan û li hemberî kurdan hin bêhuqûqîyan dikin, hin kes dibêjin efendim ev tişt bêhuqûqî ye, nizanim li dijî kîjan qanûnê ye.

Bi rastî ez matmayî dimînim...

Birayên ezîz, hûn qala çi dikin? Ma li Tikriyê ji bo kurdan qanûn, huqûq heye?


Tiştê tirk bi me dikin û tînin serê me zorbatî ye, ew ji me xurttir in. Dewleta wan heye, artêş û pûlisên wan heye. Çavên wan me dibire, kanin bi me.

Lema jî me dikujin û davêjin zindanan.

Mesele çavbirîn û pêkanîn e, hûn qala çi dikin?

Qanûna çi, hale çi ?

Ma qanûna, huqûqa dagirkeriyê heye?

Mêrikan bi dare zorê welatê me dagir kirine û ji bo ku kanin bi me, zulmê li me dikin, pê li serê me dikin.

Mesele ev e.

Rejîma îro li Tirkiyê heye ji bo kurdan ji ya naziyan jî xerabtir e. Ji bo wê jî qet guh nadin qanûn manûnan,huqûq muqûqan.
Dinya bi viya zane.
Tirk giş viya dibînin. 

Lê ne xema dinyayê ye û tiştê hukûmet tîne serê kurdan bi dilê ji sedî 99ê tirka ye, giş dixwazin kurd werin qirkirin, aqûbeta êrmeniyan bibe ya kurdan jî.
Hedîse ev e.

Mamoste Memed: Min jî qal'a vê dikir, yanî dewlet qaydê hercarî karê xwe dike ev bingehiya dewletê da heye yanî ne bê huquqiye. Min wê carê bi vî wateyî digot qenç kiriye ji ber ku bira dest ji demokratîka tirkîyeyê berdin êdî.

Zinarê Xamo:
Bi baweriya min tu şeb û şekir tevlihev dikî.
1- Karê dewletê xizmet e, ne zulm û terorîzekirina milet e.
2-Tiştê dewleta tirk û hukûmet dike bêhuqûqî û bêqanûnî ye. 3-Min negotiye dewlet baş dike zulmê li HDPê û li kurdan dike.
4-Min gotiye ji bo kanin bi me, ji bo ku ji me xurttir in, ji bo ku artêş û pûlisên wan hene vê zulmê li me dikin.
Te gotibû bira qeyûman tayin bikin, bira serokên nelediya bavêjin zindanê, ev yek tiştekî baş e.
De îcar min û te çawa eynî tişt gotiye min fêm nekir !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE