17 maj 2020

Em û serdema înternetê


Dema înternet û medyaya sosyal tunebû meriv hesret bû ruyê nivîskarekî, siyasetmedarekî kurd bibîne, dengê wî bibihîze. 

Lê bi xêra youTube û nizanim çi û çi maşala di medyaya sosyal da êdî pê li serê hev dikin, her kes vîdeoyeke xwe belav dike. 

Meriv nizane li kîjanî temaşe bike, li kîjanî temaşe neke.


Berê gotin pir qîmet bû, lê vê bêxwediya teknolojiya nuh wek gelek tiştên din, kelam jî pir erzan kir.


Refai Baran Mamo ew Qaîde ne ji bo hemû kesaye, ê wek we gotinên we erzan nabin, ez bi xwe bi kêfxweşî we di şopînim û ji nivîsên we tam û lezetê digrim.

Mahfuz Yildiz Bi saya internetê 'Kurdên Feqîr' dengê xwe li cîhanê 'bi erzanî' bela dikin. Ez bim emê xwe kerkin :)

Abit Gürses Kekê Zinar navê wê li ser e, sosyal medya, ango medyaya civakî.
Bi xêra wê her cûre însan li gor bîr û baweriya xwe raya xwe dighînin civakê.
Divê mirov jê aciz nebe. Berê ev îmkân tenê li destê elîtan da bû, niha her welatiyek sade jî derbarê her tiştî da raya xwe diweşîne, dighîne însanên din. Êdî bijartina, neqandina tiştên pûç û vala, tiştên hêja dimîne li ser mirov.
Zana jî, nezan jî, xwedî pare jî, feqîr jî, xwedî maqam jî bê maqam jî, xwedî etîket jî, bê etiket jî qisse dikin, bila bikin, divê mirov jê aciz nebe.
Bi xêra sosyal medya sansûr û kontrola dewletan, xwedî hêzan jartir, qelstir bûye. Dinya guheriye, diguhere, ji dewsa ku mirov ji vê yekê aciz be, divê mirov ji vê îmkanê istîfade bike. Bloga te neba, sosyal medya neba ma te jî bi milyonan insan jî karibû li ser her tiştî, her roj bîr û baweriya xwe bida dîyarkirin?
Bê guman sewiye zanîn û kalîteya her însanekî ku sosyal medya bikartîne ne weka hev e. Çênabe weka hev jî be.
Bi tirkî peyvek erebî heye "ismine müsemma"
Sosyal medya jî weka navê xwe, medya sosyal e, ne medya elîtan...

Zinarê Xamo Erê rast e birayê ezîz. Ez ne li jî medyaya civakî me, yê min îronî bû. Wek te jî gotiye tiştên zêde û ne xweş jî pir bûne û meriv wan jî dibîne. Îcar heta meriv temaşe û guhdarî neke meriv nizane çi ye... Axir gelek tişên baş û ne baş tevlihev bûne. Min qala vê realîtê kir.

XXX
Piştî koronayê nuzûra însên rijyaye, kes êdî ne yê berê ye. Însan dişibin gulên çilmisî, ne bîn jê tê, ne jî zewq, xweşikî û îhtîşama berê bi kesî ra meye.

Şêr û pilingên berê ji kevroşkan xerabtir bûne, newêrin ji qulikên xwe dûr kevin, gava serên xwe ji malên xwe derdixin jî bi tirs in, xw eji hev kef dikin. Êdî silav û kilav û himêzkirinên berê jî nemaye. Her kes ji dûr va silavê dide hev.
Hey gidî korona, tu çi zalim î, ev însanên aşûnî û gewî bûbûn, te çi zû teslîm girt û kirin mişkên kozên feraxan…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE