17 maj 2020

Dawiya dawî ez jî tevî vî karwanî bûm



Dawiya dawî ez jî tabiî îmêm bûm, min jî ji weşanxaneya Avestayê ra vîdeoyek çê kir. Ev jî vîdeoya min e.

Çêkirina wê ne rehet bû, heta min çê kir çermê eniya min qetiya.

Min fêm kir tiştên wiha ne karê min e. Ji heq vê teknîkê, vê teknolojiyê dernakevim. Zanîna min têrê nake.


Lê tam ne bi dilê min be jî min ev çê kir. Min got bira ez ji vî karwanî nemînim.
Fermo temaşe bikin.

Teymur Akkuş Mamoste min dizanibû pênusa te pir bihêz e, lê min nizanibû dengê te jî evqas bibandor û bihêz e.
Vidyoya te pir serkeftî ye.
Ez dibêm tu vî karî bernede edî. Me bêpar nehêle.…Visa mer

Eyup Kurt Rêzdar Zinarê Xamo te bi vê helbesta bi keser ez birim wêranşahr‘ê.ezjî weke te 41 sale ji dîtina wêranşahr bê pahrim Lê ezê 41 salên din bipêm û ezê Tim bêjim navê min kurd welatê min Kurdistanê. Mala te ava û berdewamîya xwendina helbestên te dikim. Bi slavên hezreta wêranşahrê.

 Leyla: Ayy pir kêfa min hat min bi kêfxweşî guhdar kir hêvi dikim ê ku bi qewmê xwere xayîn dikevin û neyarîyê dikin dawîya wan wek a kûsî be . Helbesta dawî pir xweş bû xewna me teva yeke xwedê bi rastî bigerîne

Mahmut Alacabek Bıxér be Keko u Çavé heskıriyé te ronibe.


Zinarê Xamo Di warê zimên, îmlayê û sentaksê da ez pir dîqet dikim, pir hesas im. Lê ji şansê minê xerab ra navê vîdeoya min şaş hatiye nivîsîn. Gerek wiha bûya:
-Zinarê Xamo çîrokekê û çend şi´îran dixwîne.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE