17 maj 2020

Pîvan


Jinikê li Amedê ji şufêrê texsiya sekinandibû pirsî:
-Tu yê heta Deriyê Mêrdînê min bi çi qasî bibî?
Şufêr got:
-Bi sed hezarî.
-Baş e le ku ev mêrê min jî bi min ra were?
Şufêr got:
-Ferq nake, dîsa sed hezar e.

Li ser vê bersîva şufêr, jinikê berê xwe da mêrê xwe û jê ra got:
-Deng hat te ? Belasebeb min ji te ra nedigot tu pênc pera nakî!



Jinika Ereb û Îblîs
Jinika ereb ji Iblîs pirsî, got:
-Gelo li dinyayê tu tiştê ku tu nikanibî ji heq derkevî heye ya na?
Iblîs got:
-Na.
Li ser vê bersîva Iblîs, jinika ereb destê xwe avêt ji nav şeqa xwe da û ji berzika xwe muyekî kurîşkî kişand û da destê Iblîs û jê ra got:
-A ji te ra vî mûyî rast bike.
Di ser ra deh sal derbas bû jinika ereb li derekê dîsa rastî Iblîs hat. Jinikê bala xwe dayê ku mûyê wê hîn di destê wî da ye û lê dixebite ji bo ku rast bike. Erebê bi halê Iblîs keniya, fîstanê xwe hil kir û ”mêrikê” xwe rê da û jê ra got:
-Ku te ew rast kir xeberê bide min, wek tu dibînî wa ye li ba min jê pir in.

Teknolojî
Mêrik ban lawê xwe kir û jê ra wiha got:
-Mêze lawê min! Heta nuha min çend caran sermiyan da te, te tim bat kir. Min ji te ra çi kar bi ser xist, te tim belav kir. Nuha di destê min da çend quriş mane. Bi van peran min ji te ra makîneyên herî modern û herî harîqa kirîn. Li dinyayê ji van makînan baştir makîne tunene. Tu yê ji aliyekî gayekî têxê ji aliyê din ewê sunciq(sosîs) derkeve. Yanî hewqas rehet e.
Lêwik gotina bavê xwe birrî û got:
-Ê baş e bavo, meriv ji alîkî sunciq jî têxê ewê ji aliyê din dîsa ga derxe?
Bav soro moro bû, jê ra wiha got:
-Lawê min, ew teknolojiya tu dibêjî ancax li ba diya te hebe, ev makîne wiya nikane…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE