03 maj 2020

Bîranînek û bêşansiya min


Apê Osman Sebrî di xatiratên xwe da dibêje dema ew çel rojî bûye di nabêna eşîra wî û dewletê da şer derdikeve û malbata wî bi çolê dikeve, diherin dikevin şikeftan.

Bi şansê dê û bavê wî ra ew gedeyekî pir gîryokî bûye, qet rehetî nedaye wan. Hewqasî giryaye fitqî bûye.

Rojekê bavê wî gelkî aciz bûye, gotiye:


”Eger ez ji Xwedê netirsiyama minê ev gedeyê pîs bavêta ber kelemekê. Ji roja bûye me rehetiya xwe nedît. Nuha jî mimkûn e bi vî giriyê xwe me têxe destê dijmin.”

Min ev anekdota apê Osman Sebrî anî ser bêşansiya xwe. 

Îsal ewê du kitêbên min derketena, yek ji weşanxaneya Rûpelê ya din jî ji alî weşanên Name. 

Lê ji bêşansiya min ra min çer kitêb teslîm kirin ferman li dinyayê rabû, Koronayê jiyan rawestand.
Min zanîbûya ewê wiha bibe min tu kitêb, mitêb nedida çapê û nedibûm sebebê vê bobelata mezin. 

Donald Trump dibêje tiliya Çînê di vî îşî da heye, Çînê ev vîrus di laban da çêkiriye. Lê ez ditirsim para bêşansiya min jî tê da hebe. 

Ma çima heta min kitêbên xwe nedibû çapê Korona dernediket?

Çimkî îşê min tu carî rast naçe, kabê min tu carî mîr nayê. Lema jî ez derketina epîdemiya Koronayê jî hinekî bibêşansiya xwe ve girê didim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE