10 november 2025

Parsekîya eşqê

Kesên parsek destên xwe li ber xelkê vedigrin, ji bo ku însan çend qurş pere têxin mista wan.

Lê parsekên evînê jî hene. Ew destên xwe ne ji bo çend quriş pere, ji bo eşqê, evînê li ber dildarên xwe vedigrin. Vîktor Hugo jî wer kiriye, lê destê wî li hewa vik û vala maye.

Min ji vê teşbîha wî ya evîna qurçimî, yakalî hez kir, ji tirkî wergerand kurmancî. Hêvî dikim kêfa we jê ra bê...

"Tu her roj li serê kuçan bi qerpalê xwe yê diriyayî, bi destê xwe yê qilêrî destê xwe li ber xelkê vedigirî, merivê belengaz.
Bawer bike tu ferqeke me ji hev tune ye. Belkî tu yê heta dawiya jiyana xwe parsê bikî, pênc qurişê tu li bendeyî gava yek nede te, tu yê ji yekî din bixwazî.
Lê min di seranserê jiyana xwe da carekê tenê pars kir, bi sewda dilekî bêmerhamet perritîm. Heta tu bixwazî vala, heta tu bixwazî vekirî ma destê min, min sond xwar careke din ezê parsê nekim."
///Vîktor Hugo

XXX

-Heger hûn dixwazin merivekî kamil bi dostê xwe kin, rexne bikin. Heger hûn dixwazin merivekî basît bi dostê xwe kin, pesnê wî bidin.

Seîdê Şîrazî

-Baskên fikran hene, kes nikane nehêle ew bigihîjin însanan.

Îbnî Ruşd

 XXX

-Merivên bêserûber, ne tu tişt, fena perçeyên seetê ne, tên dagirtin û fonksîyonên xwe bêyî ku bizanibin bi cî tînin.

Arthur Schopenhauer:

-Her aqil, tiştê hêza wî têrê neke û nikane îdrak bike înkar dike.

Îbn Xeldûn

XXX

Meriv dengê xwe dike, fikrê xwe dibêje, dibêjin ma te xêr e, kevir kuçan li meriv dibarînin, meriv ji gotina fikrê xwe poşman dibe.

Meriv li hemberî bûyeran, tiştên diqewimin bêdeng dimîne, vê carê jî dibêjin, çima tu bêdeng î, ma kulîyan zimanê te xwariye?

Welhasilî kelam tîr dikim nabe, rohn dikim nabe, rast lêdixim dixeyidin, çep lêdixim dixeyidin.

Kurdbûn, siyaseta kurdî zor e. Sebebê vê jî bindestî ye. Heta em bindest bin emê ji van gelşên bindestiyê xelas nebin.

 XXX

-Baqilbûn ne tiştek e, ya muhîm dibê meriv wî aqilî di cî da bi kar bîne.

Descartes: 
Ji xwe gelşa me jî ew e. Gelek baqilên me aqilê xwe carna di riyên şaş da bi kar tînin û dixin xizmeta kesên nehêja.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar