09 november 2025

Îshaq Tepe jî xatir ji hezkiriyên xwe xwest


Kurdperwerê hêja Îshaq Tepe îro li bajarê xwe Betlîsê wefat kir. Ji bo ku qatilên lawê wî Ferhat Tepe werin girtin 32 sal in li ber xwe da. Dewleta tirkan dîtina wê rojê nekirin nesîbê wî, qatilên ewladê wî nehatin girtin.
Gorra wî bihuşt be, serê zarok û malbata wî sax be, ji wan ra sebrê dixwazim.

Ez Îshaq Tepe şexsî nas nakim, lê wek kurdekî haya min ji micadela wî, ji tarîxa wî, ji trajedeiya hat serê wî û ji zulma li malbata wî hate kirin heye. Ew merivekî dilpak, dildarekî kurd û Kurdistanê bû, şervanekî li dijî dagirkeriyê bû.

Qatilên dewletê 32 sal berê lawê wî yê rojnamevan Ferhat Tepe revandin, kuştin û termê wî wek yên gelek şehîdên din ên Kurdistanê avêtin kêlek riyekê.

Îshaq Tepe û xanima xwe Zubeyde ji bo ku qatilên ewladê wan werin cezakirin 32 sal in, wek bi hezaran dê û bavên din ên zarokên wan ji alî dewletê va hatibûn kuştin li ber xwe dan, micadeleyeke bêhep kirin.
Ji dê û bavekî êşa herî mezin ewladê wan bi vê namerdiyê were kuştin û qatil jî neyên girtin, neyên cezakirin.
Serok û birêvebirên Tirkiyê zulmek mezin li me kirine. Em zêde dûr neçin, di van 45 salên dawî dawî da dewleta tirkan bi dehhezaran ji me kuştin. Dayikên Şemiyê 35 sal in bi liberxwedana xwe ya rojên şemiyê li termên zarokên xwe, xizmên xwe digerin, dixwazin qatil werin girtin û cezakirin.
Lê heta nuha tu hukûmetê ne termên kurdên kuştine da, ne jî qatil hatin girtin. Navê hukûmetan çibe, serok kî bin jî netîce nehat guhertin, gişan qatilên bi hezaran kurdî parastin.
Gorra Îshaq Tepeyê hêja bihuşt be, serê zarokên wî û hezkiriyên wî sax be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar