08 november 2025

Îro dîsa dora me û aşiyê bû

Ez û xanim îro çûn aşiya bapêşê û ya covîdê bûn. Ji ber ku ez 75 salî me xanima hemşîre du derzî, derzîya bapêşê û ya covîdê li min xist... Xanima min jî aşiya bapêşê tenê bû, çimkî ew çend salan ji min biçûktir e. Lema  aşiya wê bi pera bû, ya min belaş bû. 

Fêda van aşiyan heye, tune ye ez nizanim, belkî jî derzî av bin. Me baweriya xwe bi agahiya dewletê anî û aşiya xwe bûn. Hêvî dikim fêda wan bigihîje me, me ji hin nexweşiyan biparêze. De em û şansê xwe.

XXX

Dibê em guh nedin gotinên kesên bêhêvî, kesên ji me ra dibêjin neyarê me xurt e, em nikanin bi ser kevin.

Azadî û serxwebûn dibê her tim xeyal û hedefa me be. Astengiyên, zor û zahmetiyên di vê riyê da dertên pêş me tenê nêrdewaneka bilind e. Em pêlik bi pêlik hildikşin jor. Bêhêvî nebin, xwe bidinê, hindik maye em li Kurdistana Rojava jî, li Kurdistana Bakur jî bigihîjin qonaxa azadiyê ya pêşî.

Lê hin kêmasiyên me yên hundur malê hene, me destê xwe baş nedaye hev. Dema ew jî bibe emê ala azadiyê li ba kin.

 XXX

-Di hundurê merivekî da dûzan tunebe,

nikane li dora xwe jî dûzanê pêk bîne.

Di hundurê yekî da dûzan tunebe,

malbata wî jî nikane bi dûzan tev bigere.

Û di hundurê prensekî da dûzan tunebe,

di hukumdariya xwe da jî nikane dûzanê pêk bîne.

Ezra Pound

XXX

 Qiral Dionysios rojekê ji fîlozof Arîstîppos pirsiye:

-Ji bo çi fîlozof her roj diçin zîyareta hukumdaran, lê hukumdarek tu carî naçe ziyareta fîlozofekî?

Arîstîppos gotiye:

-Di vir da tiştekî meriv matmayî bihêle tune ye. Hekîm diçin ser nexweşên nikanin ji nava nivînan rabin, çimkî ne mimkûn e nexweş herin ser hekîman.

Her kes ji her karî ra nabe…

XXX

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar