08 november 2025

Biwêja "gîya hewşê tahl e", şaş e

Hin kes biwêja, gotina ”gîya hewşa cîrên tim hişintir(kesktir)xuya dike” gelkî şaş bi kar tînin, dibêjin:

”Gîya hewşê tahl e, gîhayê hewşê tehl e, gîyayê hewşê tahl e...”
Biwêjeke, gotineke pêşiyan a wiha tune ye.
Pêşiyên me şaşiyeke wiha mezin nakin, gotineke hewqasî şaş, bêaqil nabêjin.
Çimkî gîya nayê xwarin, ji bo ku meriv bibêje ”tahl” e ya jî şîrîn e. Însan gîyê naxwe, heywan gîyê dixwe. Heywan jî pir ji gîyê hez dike, nabêje tahl e.

Yekî nezan ji zimanekî şaş tercume kiriye, yên bi kar tînin jî qet nafikirin ku gîya nayê xwarin.

Ev biwêj, ev gotin di tirkî da, di swêdî û û di înglîzî da jî heye. Miheqeq di gelek zimanên din da jî heye.
Kes nabêje, ”gîya hewşa tahl e”, gişk dibêjin ”gîya hewşa cîrên her tim kesktir xuya dike.”

Bi swêdî dibêjin,"Grannens gräsmatta är alltid grönare" ya jî, ”Grannens gård är alltid grönare."
Yanî,”gîya hewşa çîrên tim kesktir xuya dike, ya jî bexçê hewşa cîrên tim kesktir e.
Bi kurmancî em ji keskayê ra dibêjin hişinayî. Mesela em nabêjin ”pîvazên kesk, dibêjin pîvazên hişin.”

Bi îngilîzî dibêjin, "The neighbor's yard is always greener."
Varyantek din jî wih aye: ”Gîya(çîmena)li wî aliyê çîtê hişntir xuya dike.”
Gîya hewşa çîrên(cîran) her tim hişintir e, biwêjeke tê maneya meriv ji yê xwe ne razî ye, rewşa yê din, halê yê din ji yê xwe baştir dibîne.
Lê di rastiyê da belkî gîya hewşa cîrên ji ya hewaşa meriv ne hişintir e, ne baştir e.

Bi îngilîzî jî dibêjin, ”gîya(çîmena)li wî aliyê çîtê hişntir xuya dike.
Bi swêdî dibêjin,"Grannens gräsmatta är alltid grönare" ya jî, ”Grannens gård är alltid grönare."
Yanî tiştê xelkê bi meriv tim ji yê meriv xweştir, baştir xuya dike.
Mirîşkên cîrên ji cîrên ra qaz xuya dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar