Di medyaya sosyal a tirkî û kurdî da bazara ulûm û xeberan, paşgotiniyan, îdîayên bêbingeh geş e; meriv nizane kîjan rast e, kîjan derew e. Li piyasê delal jî pir in, bikir jî pir in.
Li ser têkiliyên Evdila Ocalan û dewletê, Evdila û PKK´ê, Evdila û Mazlûm Ebdî
û Îlham Ehmedê gelek tişt tên gotin.
Delîl tune, belge tune, lê dîsa jî hin kes dikirin.
Gur ji mij û dûmanê, ji toz û hecacê hez dike, di mij û dûmanê da şivan, kûçik wî nabînin, nêçîr jê ra rehettir e.
Di rojên wiha da dibê meriv hay ji xwe hebe, ji her tiştê dibihîze bawer neke û belav neke. Dema ne rast dertê meriv şermezar dibe.
XXX
Tirk di mesela kurdî da ketine tengasîyeke mezin. Fêm kirine
bi înkarê, bi zorê êdî nikanin meselê îdare bikin.
Bi salan înkar, derew, firldaq ceribandin pere nekir. Zor,
qetlîam ceribandin dîsa pere nekir.
Nuha dixwazin bi dostî û bi alîkariya hin serok û
siyasetmedaran kurdan bixapînin, azadbûna kurdan li bakur û rojavayê Kurdistanê
çend salên din taloq bikin.
Lê zor xuya dike, ez dibêjim vê carê belkî ewê nikanibin, emê wan mecbûrî li hevkirinekê bikin. Her tişt girêdayî serok û siyasetmedarên partiyên xwedî hêz in. Heger ew bi destê xwe malikê li miletê xwe xera nekin tirk nikanin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar