06 november 2025

Ya muhîm meriv teslîm nebe, dev ji micadela xwe bernede

Di jiyanê da, di micadelê da hin caran dibe ku gelşên meriv çêbibin, meriv biweste, meriv ji taqet da bikeve, mecbûr be bîstekê bîna xwe bigire, nabênekê bidê.

Lê ya muhîm dibê meriv teslîm nebe, dev ji micadelê bernede.
Emê micadela xwe bidomînin hetanî em azad û serbixwe dibin, heta em dibin xwedî dewleteke netewî.
Em nebin xwedî dewlet emê hêdî hêdî bibin faris, ereb û tirk.

Heger em viya naxwazin dibê bêhêvî û reşbîn nebin, xwe bidin ser hev û di daxwaza azadî û serxwebûnê da bi israr bin.

XXX

Ji bo însên medîtasyona herî baş, herî bi fêde meşxûlîyet e, dibê meriv karekî bike, bi tiştekî mijûl be.

8 sal in teqawit(xaneşîn)bûme, lê ne betal im; nivîsên rojane min ji xwe ra kiriye kar.

Wek herim kar, her sibe seet di 07.00´a da ji xew radibim, qehwa xwe ya sibê vedixum, xurîniya xwe dikim û dûra jî kompîtora xwe vedikim, tiştekî dinivîsînim.

Min ev rûtîn ji xwe ra kiriye wek karekî rojan e, bi vê dûzanê sebra xwe tînim, wexta xwe derbas dikim.

XXX

Esalet ne di bejnê da, di esil da ye. Nazikî ne di navê da, di zimên da ye. Rastî ne di gotinê da, di hundur da ye. Pakî ne di rû da, di dil da ye.
///Mewlane

XXX

Li Tirkiyê bêyî zilamên erdogan û Bahçelî her kes di devê topê da ye, her kes kane her gav were girtin.

Gotin Rûşen Çakirê rojnemavan vê hatiye girtin. Rûşen Çakir gotiye, ez xemgîn im, hîn kesî nehatiye ez nebirime.

Yanî tirsa ewê were girtin di dilê her kesî da heye. Nuha sê dewletên wiha hene; Îran, Rûsya û Tirkiye. Bêyî merivên Erdogan û Bahçelî ewlehiya jiyana kesî tune ye.

Bêguman herî zêde jî kurdên welatparêz di devê topê da ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar