Lokman Polat, camêr di malpera Çandnameyê da li ser kitêba min "Rojnivîskên Sirgûnekî" fikrê xwe gotiye. Pir kêfxweş bûm, mala wî ava be.
Ez bawer dikim cara pêşî ye yek bi vî rengî li ser Rojnivîskên Sirgûnekî fikrê xwe dibêje.
XXX
Min û xanimê bîstek berê hinara payiza îsal nuh tahm kir.
Çend roj berê min li taxek din kirîbû, me îşev xwar.
Şansê min hebû hinara min miz derket; min hinareka baş niqandibû.
Li vê herêma me sebzefirêşê derve, markêtên xerîban tuneye, lema em ji mêwe û sebzeyên teze bêpar in. Ji bo hinarên baş, mêwe bikirim dibê herim herêmeke din. Ezê carnan wer bikim
XXX
Ser ekrana kompîtora min bûbû wek porê dînekî porkurîşk. Gelek dokument li nava hev ketibûn, min nizanîbû çi çi ye.
Min dît wiha nabe, dibê ez vî porê kurîşkî şe bikim, dûzanekê bidimê. Û min wer kir.
Ez ketim nav, min dosye yeko yeko vekirin, yên ne lezim avêtin, yên lazim jî kirin dosyekê.
Nuha ekrana min wek maseyeke tekûz û bi dûzan e, ez rismê ekranê xweşik dibînim. Her roj rismên dîmenên pir xweşik dişînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar