05 november 2025

Serokê HUDAPAR´ê jî li dijî berdana Demirtaş derketiye

Serokê HUDA PAR´ê Zekerîya Yapicioglu jî li dijî berdana Salahatîn Demirtaş derketiye, gotiye,

”Eger ew were berdan, ewê hestê edaletê ya beşeke mezin a civatê zererê bibîne...”
Bi vê beyana xwe serokê HUDAPAR´ê carek din nîşan da ferqa wî û serokê Partiya Zaferê Umît Ozdagê neyarê kurdan tune ye.
Lê baş bûye xwe eşkere kiriye, dibê kurd bibînin ew yekî li dû tifaqa, aştiya nabêna miletê kurd e, ew gurekî di postê berx da ye.

Heger zereya hestên netewî bi Yapicioglu ra hebûya ewê bigota ne Selhedîn Demirtaş tenê, dibê girtiyên kurd yên siyasî hemû werin berdan. Dibê li dijî zindanê dagirkeran bûya. Lê ew ne ew kesê viya bixwaze, ew di cepheya neyarên kurdan da ye.
Beşa civaka wî qal kiriye ew e, partiya wî ye û huzbulahên gelek kurd bi hovane, bi îşkencê kuştine.
Dewletê bi hezaran kurd kuştine pê naêşe, hestên wî û hevalên wî pê zirarê nabîne,  Selhedîn serê kurdekî jî neşikandiye, dixwaze wî di zindanê da birizîne.
Zekeriya Yapicioglu bi vê beyana xwe pir eyb kiriye.

2 kommentarer:

  1. Keko, delalê Hudapar, berê Hizbilkontra bû û li Kurdistanê bi dewleta tirk re bi hev re rewşenbîr, rojnamevan û nivîskarên kurd kuştin. Dewletê ew girtin birin zindanê ku ji bo pêvajoya siyasî amade bike, ew berdan û kirin partî û anîn meclîsê îtîbar dan wan ku li Kurdistanê wan bikin alternatîfa tevgera azadiyê û wiha kurdan bi destê qatilê kurdan bi rê ve bibin. Çawa ku mêrek dest diavêje jinekê hakimê tirkan dibêje bi tecawuzkarê xwe re bizewice wê pirsgirêk ji holê rabe, ji bo kurdan jî dibêjin bila qatilê te, te bi rê ve bibe pirsgirêk namîne.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Bêguman secera serok û kadirên Hudaparê ne pak e, pir xerab e. Min di nivîsê da gotiye ew di cepheya dagirkerên welatê xwe da ne.
      Lê dîsa jî Zekeriya Yapicioglu bi vê beyana xwe pir eyb kiriye. Ji dêlî bibêje dibê girtiyên siyasî gişk werin berdan, dibê bira Demirtaş neyê berdan, di zindanê da bimre.
      Zekeriya bi vê beyana xwe nîşan da ew merivekî çiqasî xerab e û ne milî ye.

      Radera