04 november 2025

Bi tirkî nenivîsin û ji zirzopî û gewezetiyên tirkan xelas bibin

Ji bo ku bi tirkî nanivîsînim serê min vehesîyayî ye, hin tirkên çeqel, bêdeb nikanin di binê nivîsên min da zirzopiyê, boşboxaziyê, gewezetiyê bikin.

Di binê nivîsên bi tirkî yên li ser kurd û Kurdistanê da bi sedan tirkên sûtal, devpîs, yên ji devên wan zibil û gû dibare bêedebîyê, gewezetiyê, heqaretên giran li xwediyê nivîsê û li kurdan dikin. Henekên xwe bi kurdan, bi tarîxa kurdan dikin.

Ji bo ku nivîsên min bi kurmancî ye, tirk nikanin bixwînin min rehet kiriye; şikir ez ji vê mîqroba pîs, ji gotinên van kesên bêexlaq azade me.
Nivîsên bi tirkî dibin sebebê tirk zirzopiyê û henekên xwe bi me bikin, gotinên ne xweş ji me ra bikin.
Temiya min li kurdan, heger hûn jî dixwazin ji bela tirkan xelas bibin, nebin mixatabê wan tirkên bêedeb bi tirkî nenivîsin. 

Dema hûn bi tirkî nenivîsin nikanin nivîsên we bixwînin û wan heqaretan li we û li miletê we bikin.

Ya din jî kesên bêedebiyê dikin tavilê bloqe bikin, nehêlin kurdan wan heqaret û tinazên wan, wan çilqiyên wan bixwînin.

Ez bi xwe fêm nakim însan çima û ji bo çi dihêlin tirk henekê xwe bi kurdan bikin, gotinên ne xweş ji me raa bibêjin?

NOT:
Min ev nivîs 9 seet berê nivîsîye. Ji 4700 hevalên min ên Facebookê yek kesî jî nivîs neecibandiye. Ji ber ku destê wan ji tirkî nabe. Ji bo wê jî heqaretên tirkan, tinaz û zirzopiyên wan jî dadiqultînin.
Yanî fena ku bibêjin, gul bê sitrî nabe. Tirkî gul e, bîna wê xweş e. Lema dibê meriv tehamulî sitriyên wê, yanî tehamulî heqwaretên tirkan jî bike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar