04 november 2025

Em ji viya ra dibêjin zewac


Rojekê pîreka hevala xanima Bernard Shaw çû zîyareta wan.

Bernard Shaw li hewşê tevir di dest da mişar, kulîlkên hewşê berkol dikir.
Jinikê ew nas nekiriye, bala xwe dayê kalê bexçevan, berçavka xwe rast kiriye û jê ra gotiye:
-Siba te bi xêr bexçevan efendî. Ma ji kînga da ye tu li ba Shaw xanimê dixebite?
Bernad Shaw gotiye:

-Wele hema ji roja tê bîra min û vir da ye ez li ba wê dixebitim.
-Şalê meaşê dide te têra te dike?
-Tu meaşî nade min, tenê xwarina min dide.
Pîrê pir xemgîn bûye, gotiye:
-Ya sitar! Heger tu were li ba min bixebite ezê him xwarina te û kincên te bidim, him jî meaşekî baş bidim te.
Bernard Shaw gotiye:
-Sipas dikim xanima hêja. Çi heyf hetanî mirinê ez girêdayî Shaw xanimê me, nikanim terka wê bikim.
Pîrê hinekî aciz bûye, gotiye:
-Ê wele ev bêyî bindestiyê, koletiyê ne tiştekî din e!
Benard Shaw keniya ye, gotiye:
-Na xanima hêja, em ji viya ra dibêjin zewac.

"Guhertin nebe pêşketin ne mimkûn e û yên neguherin nikanin tu tiştî biguherînin."
Bernard Shaw

Her tişt diguhere, tiştê neguhere, tim wek xwe dimîne tune ye.
Lê yên dibêjin 50 sal berê ez çi bûm, îro jî ez ew im hene.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar