03 november 2025

Ne Ebûbekir sunî bû, ne Elî şîî bû

Elî Şerîatî li ser dîn û mezheban gotineke rast û di cî da kiriye, gotiye:

-Ne Ebûbekir sunî bû,
ne Elî şîî bû,
ne Mûsa yahûdî bû,
ne Îsa xiristîyan bû,
haya wan jî ji viya tunebû.
///Elî Şerîatî

Însanan dû ra ji bo berjewendiyên xwe, ji bo hukumraniya xwe ev dîn û mezheb çêkirin.

XXX

Bavê şoreşa Amerîkayê Thomas Paîne gotiye:

Dema însan ji hukûmetê bitirsin zorbatî heye, dema hukûmet ji însanan bitirse azadî heye.

Em zêde dûr neçin, numûna vê gotin rast Tirkiye, Îran e. Dîktator bi zorbatiyên xwe, bi tirsandinê li ser hukim in. Azadî hebûya ev herdu rejîm nuha tunebûn.

Li Ewrûpayê ji bo ku hukûmet ji xelkê ditirsin demokrasî, azadî heye.

Li Rojhilata Navîn, li Afrîkayê ji ber ku hukumdar ji xelkê natirsin demokrasî, azadî tuneye û xelk ji wan welatan direvin Ewrûpayê.

XXX

-Heger feqîr rojekê fêr bibin cinet, cehnime tuneye, emê nikanibin rojekê jî dinyayê îdare bikin.

Kîjan baqilî ev gotin kiriye nizanim, lê para rastiyê tê da pir e. Mele û xoceyên di xizmeta hêzên serdest da feqîran, bindestan bi dîn dixapînin û ditirsînin.

XXX

Xwediyê weşanxaneya Avestayê Abdulah Kesîn, Weqfa Kulturî ya Avestayê ava kiriye. Di platforma X´ê da min ev şirove li ser avabûna weqfê kir.

Ser xêrê be, bi xêr û xweşî be. Ez avabûna Weqfa Kulturî ya Avestayê pîroz dikim, ji we û ji xebatkarên vî karê baş ra serketinê dixwazim. Dezgehên wiha milk û mîrata însan li pey xwe ji nifşên bê ra dihêle. Xwezî bi dilê wan kesan milkekî, mîrateke baş li pey xwe dihêlin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar