Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê gotiye, ”gerek komîsyon bi lez here Îmraliyê û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.”
Ma Evdila Ocalan serokê dewletê ye, komîsyon here xwe bavêje dexlê wî?
Komîayon here Îmraliyê ewî çi safî bibe, Ocalan kane çi bike?
Evdila Ocalan êsîrekî di zindana tirkan da ye, ma kane çi hukmî li dewletê û li
hukûmetê bike?
Dewletê jê çi xwest wî bi hevalên xwe da qebûlkirin. Nuha jî dora dewletê ye, dibê Erdogan û Bahçelî projeya xwe eşkere bikin.
Kî devê xwe vedike dixwaze here Îmraliyê, yekî nizanibe ewê bibêje Evdila Ocalan serokê Tirkiyê yê li pişt perdê ye. Lema dibê Komîsyon here ba wî.
Halîhazir xwediyên Tirkiyê Erdogan û Bahçelî ne, ew çi bibêjin ew dibe.
Yên kanin qanûnan biguherin, yên kanin mafên kurdan bidin, yên kanin kurdên êsîr girtine berdin ew in.
Yên kanin qeyûmên xwe paş da vekşînin, belediyên kurdan teslîmîxwediyên wan bikin Erdogan û Bahçelî ne, ne Evdila Ocalan e. Ji bona van tiştan jî ne hewceyî Komîsyon here Îmraliyê, bira here mala Erdogan û Bahçelî…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar