Di nabêna serokê Hereketa Azadiyê Xalid Begê Cibrî û Şêx Eledînê Oxînî dîyalogeke tarîxî çêbûye. Xalid Begê Cibrî bersîveke tarîxî daye Şêx Eledînê Oxînîyê zilamê dewletê.
Waliyê Betlîsê Kazim Dîrîk, ji bo ku bi Xalid Begê Cibrî ra hevdîtinekê bike Şêx
Eledîn dixe nabênê.
Walî ji bo hevdîtinê şertekî dide pêş, ”dibê Xalid Beg pê ra tirkî bipeyive.”
Xalid Beg, şertê waliyê Betlîsê red dike. Xalid Beg ji Şêx Eledîn ra wiha dibêje:
Şêx Eledîn bala xwe dide Xalid Beg, bi dengekî hêdî dibêje, ”Xwedê we xelas bike.”
Xalid Beg wiha bersîvê didê:
-Xelasiya min nexwazin. Dua bike bira Xwedê miletê kurd xelas bike.
Şêx Eledîn bîstekê bêdeng dimîne, dûra ji mirîdê li kêleka xwe ra dibêje:
-Me ji Xalid Beg dersa xwe girt, rabe em herin.
Şêx Eledîn û şêxên Oxînê û Norşînê di li dijî serîhildana Şêx Seîd bi dewletê ra hereket kirin. Dewletê nîşan û pere daye wan.
Ataturk gelek name ji şêx Eledîn ra şandine. Nameyên Ataturk jê ra şandine di arşîva Oxînê ya Mûtkîyê de ne.
Xalid Begê Cibrî û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim.
Çavkanî:Bîtlîsname.com
XXX
Meriv sibehê ne bi parvekirineke ne xweş, xmbar, bi gotineke
xweş, pozîtîf a kêf û enerjiyê dide meriv dest bi rojê bike baş e. Her rojeke
nuh fersend û îmkaneke nuh dide meriv.
Dibê em kurd di xebata xwe da, di micadela riya azadiyê da
ne pesimîst bin, optumîst bin, bi serketina xwe, bi azadiya xwe bawer bin. Ev
bawerî, ev hêvî nîvê serketinê ye.
Tiştê baweriya meriv pê tunebe meriv jê hez nake, ji bonê
naxebite. Şertên me pir zor in, lê dîsa jî dibê em bi serketina xwe bawer bin û
xebata xwe sist nekin. Bêhêvîtî, bêbawerî xerab e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar