Hin kes wer bawer dikin ew oportunîstiyê bikin, fikrên xwe yên rastîn, ya dilê xwe nebêjin, sansor bikin, qala azadî û serxwebûna kurdan nekin, dewletê, hukûmetê rexne nekin, ji wan ra şalûziyê bikin, bibêjin ”em û tirk birayên hev in, em naxwazin ji birayên xwe veqetin”, Tirkiye welatê me ye, serketina Tirkiyê di her warî da me dilşa dike, bi pesin û halanên wiha, bi pişo-pişokirinên wiha, bi zeytkirinê, bi şelafiyê tirk, Erdogan û Bahçelî ewê dev ji neyartiya kurdan berdin û mafê kurdan yên netewî qebûl bikin.
Ev, dîtineke, baweriyeke ji kok da pûç e, bêbingeh e.
Tirk, Erdogan û Bahçelî bi bergerê, bi hustuxwarkirinê, bi dubarekirina derewa ”em
birayên hev in” li me kurdan nayên rahmê, tu heqî nadin me. Gerek mecbûr bibin.
Heta tirk mecbûr nebin dev ji vê siyaseta xwe ya antî kurdîtiyê bernadin.
Pêvajo-mêvajo giş derew e, bi vê xapandinê dixwazin li Sûriyê nebin xwedî
hukûmeteke netewî, ya jî bi mafekî pir hindik razî bibin, bindestiya çeteyên
îslamî qebûl bikin.
Ji bo wê jî dibê meriv di gotin û beyanên xwe da xwe bêşexsîyet neke, di dan û
stendinên bi tirkan ra şalûziyan neke, sîyaseteke netewî, bi şexsîyet bimeşîne.
Tirk ne zarok in, bi heyran û qurbanê naxapin, bi derewa ”biratiyê” nerm nabin û dev ji sîyaseta xwe ya antî-kurd bernadin.
Çimkî şerê me û wan ne li ser pera û malê dinyayê ye, li ser axê ye, li ser
Kurdistana hatiye dagirkirin e.
Em dixwazin ji bindestiya wan derkevin, bibin xwediyê welatê xwe û xwe îdare
bikin.
Em dixwazin bibin xwedî dewlet. Em li pey vê ne, micadela me ji bona vê ye.
Tirk viya baş zanin, lema jî naxwazin mafekî, statuyeke resmî, qanûnî bidin me,
naxwazin zimanê me bikin zimanê perwerdeyê.
Li gorî baweriya wan dema kurd bibin xwedî statuyeke netewî, kurdî bibe zimanê
perwqerdeyê ewê dawî li dewleta were, Kurdistana serbixwe ewê çêbe, Tirkiye ewê
bibe Sûriye.
Ji bo wê ye hebûna dewleta xwe bi bindestiya me ya ebedî va girê dane; dibêjin gava
Kurdistan çêbe, miletên din jî ewê bidin dû wan û Tirkiye ewê ji ortê rabe. Ji
bo wê jî emê nehêlin li tu derê Kurdistan çê bibe.
Tirk hîn nehatine nuxteya qebûlkirina avabûna dewleteke kurdan. Kurdistana
Rojava azad bibe avabûna Kurdistana serbixwe nêz dibe û tirk jî ji mecbûrî ewê
xwe biguherin, statuyeke me ya netewî qebûl bikin.
XXX
Hin siyasetmedarên me dema li derve bûn bi şûran, bi riman
nedihat xwar. Însanan bi serên wan sond dixwarin, digotin mêr dibê wiha bin.
Lê piştî êsîr ketin destê dijmin, hêdî hêdî xwe pûç kirin,
ked û xizmeta xwe ya salan kirin keda bersîs û bi avê da berdan.
Heyf, meriv li ber keda wan dikeve.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar