Şer û dijminatiya di nabêna me û tirakan û dewleta wan da heye ji ortê rabe helbet baş e.
Bi tirkan ra, bi dewleta wan ra em li hev bikin, heqê me bidin, bihêlin em li
welatê xwe, xwe îdare bikin baş e; jixwe micadela me ya salan ji bona vê ye.
Lê belê ji alî hin kesan va gav û seetê wek tûtî(papaxan)dubarekirina ”biratiyê, em tirk birayên hev in”
ne xweş e, şelafî ye.
Dubarekirina biratiyê şelafî ye. Em û tirk ne birayên hev in, em kanin bibin du cîranên dostên hev.
XXX
Di nabêna miletê kurd û tirk û dewleta wan da şerekî giran
heye.
Hin kurd di vî şerî da bûne hevalên tirkan û dewletê.
Hinekan jî xwe dane qoziyekê, li êrîş û zulma dewletê temaşe dikin.
Yên bûne hevalên dewletê û şerê miletê xwe dikin xayintî,
cahşîtî hilbijartine. Ev tercîha wan e, ew di cepha neyar da ne.
Yên ne di cepha dewletê da ne lê bêdeng in, di quncikê xwe
da li zulma dijmin temaşe dikin jî pir in.
Ev ne şêleke însanî ye, kesên ne bi kurdan ra bin li dijî
kurdan e.
Bêdengiya li hemberî zulmê hevalbendiya dagirker û zulumkar
e.
XXX
Sirgûn
Li vê dinyayê yê dilbikul
yê bi derd û keder ne tu tenê yî
derd cihê bin jî hevalên te pir in
hinek mecnûn, dilbikul in
hinek jî ji derdê sirgûnê wek mûmê dihelin
her rêwîtî ne rêwîtiyeke ji dil e
car heye bi vegere
car heye bêvegere
bêrîkirin kerasekî ji êgir e
her beden wê ranagire
bêwelatî,
bindestî zor e
sirgûnî derdekî kesereke giran e
birîneke bêdeman e
tu dilê rezîl surgûnê/mişextiyê nahebîne
tu li pişt Çiyayê Qaf be jî
evîna te di dilê min da dijî
ya muhîm tu navê min ji deftera xwe sîl nekî
2017-17-11
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar