30 oktober 2025

Bi meşhûrbûna QEHWA KURDÎ pir kêfxweş bûm


Bi vê xebera Rûdawê ya li ser populerbûna qehwa kurdî pir kêfxweş bûm. Min jî li Sûrê ew reqlam dît, tahm kir, pakêtek jî kirî. 

Lê navê wê şaş dibêjin, ji dêlî "qehwa kurdan", bibêjin QEHWA KURDÎ rasttir e. Hêvî dikim rast bikin, bibêjin qahwa kurdî. Hin kes bi wan xortên qehwefiroş ra têkevin têkiliyê baş dibe.

15 sal berê piştî 30 sal sirgûniya li xerîbiyê dema çûm Diyarbekrê û li qahwexane û pastexxaneyan qahwa kurdî(qeha kizwana)xwest kesî fêm nedikir, digotin ew çi ye, qey tu "turk kahwesî"yê dixwazî !

Min tim got na, qehwa kurdî jî heye, dibê hûn dev ji navê qehwa tirkî berdin, bibêjin qehwa kurdî.
Li Sanat Sokakê min xwediyê qehwexaneyekê îqna kir, jê ra bi kurmancî reqlamek nivîsî û bi darda kir.
Ez qehwa kurdî bi şîr û bi hêl(kakule)çêdikim. Bêşîr jî dibe. Ji bo qehwa kizwana hêl û şîr ne lazim e. 
Her cara ez diçûm wir, min ban nas, dost û hevalan dikir, min digot werin qehwa kurdî vexwun.
Ez çûm ku derê min qehwa kurdî xwest û got dibê ew jî qehwa kurdî têxin menuya xwe. 

Piştî wê, hêdî hêdî navê qehwa kurdî li Diyarbekrê belav bû. Ez bawer dikim di derketin û meşhûr bûna qehwa kurdî da para min heye, ji bo ku kurd bibêjin qehwa kurdî her cara ez çûme Kurdistanê min propagandeya qehwa kurdî kiriye, li her derê, li her mekanî tim QEHWA KURDÎ xwestiye.
Li ser qehwa kurdî û qehwa tirkî di sala 2018´a da min nivîsek jî nivîsî. Lînka nivîsa min li jêr e.

1-Qehwa kurdî çawa kirin qahwa tirk ?
2-
Qehweya Kurdan êdî sînoran nas nake 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar