Extîyarî(kalî, pîrî)ne xweş e, meriv nêzî dawiya jiyanê dibe. Jiyan çiqasî zor û zahmet be jî binê erdê ji ser erdê ne baştir e, ne xweştir e.
Li ser erdê ciyê meriv firetir e, meriv kane bigere, baz de, rabe, rûne, barke
warekî din. Di binê erdê da ew şansê meriv tuneye, di gorra tarî û sar da meriv
dibe ax, ji kurm, kêzik û mûrîyan ra dibe qût.
Lê di rojên wek îro şilî-şepelî, baran, sar û sermayê da ez dibêjim, ”baş e ku ez xaneşîn(teqawit)im.
Baran dibare, vizîna bê ye, 5 derece sar e. Yanî derve qet ne xweş e.
Kalorîferên me xetimîne, baş naxebitin, hundur hinekî sar e. Îro hosteyên werin
çêkin. Di kaxeta agahiyê da gotine ewê di nabêna 07.00-16.00a da werin.
Lema xanim jî vêsê zû, berî hefta rabû. Ez her sibe seet di hefta da radibim.
Swêdî dibêjin ”morgonpigg”. Yanî kesê sibehan zû ji xew hişyar dibe, li ser xwe
ye, enerjîk e.
Ji ber ku ew jî zû rabû, me bi hev ra xurîniya xwe kir. Em li bende hatina wan
in, lê kanin dereng werin.
Li mitbaxê min di pacê ra li derve nêrî. Cîranên me hinek bi şemsî, hinek
bêşemsî dibezin kar. Vizîna bê ye, şemsî carnan bi hewa dikeve, vaca dibe. Min
ji xanimê ra got:
-Xanim, Xwedê kir em teqawit in, em li malika xwe ne. Di rojên wiha da ez
dibêjim baş e ku em teqawit in, wek van kesên dibezin kar şil û pil nabin.
Xanimê got:
-Me jî bi salan gelek rojên wiha dîtin. Nuha jî dora wan e.
Min got erê rast e, ez tam 45 salan wek wan çûm û hatim. Sal pir zû derbas bûn.
Nuha mazî, her tişt êdî bûye xewneke xweş, carnan em qal dikin û pê sebra xwe
tînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar