29 oktober 2025

29´ê cotmehê roja pêşmerge çûn hawara Kobanê, birayên xwe yên gerîlla !


Di tarîxê da 29´ê cotmehê ne ji bo tirkan tenê, ji bo me kurdan jî rojeke tarîxî ya pir û pir muhîm e. 

Di 29´ê cotmeha 2014´a da hêzek pêşmergere çû Kobanê, hawara birayê xwe yê gerrîla.

Tirk, erkanên dewletê û hukûmetê wek her sal dikin, îro jî 29´ê cotmehê, 102 saliya avabûna cumhûrîyeta xwe ya derewîn, cumhûrîyeta ji bo me kurdan sîstema herî irqçî, herî faşîst e, bi qîjewîj û bi helahopek pir mezin pîroz dikin.

Bi merasimên sûnî, bêmane kom bi kom diçin ber qebra Ataturkê xwe, pûtê xwe tewaf dikin.

29´ê cotmehê ji bo me kurdan jî rojeke tarîxî ye, roja biratîyê û yekîtiya kurdan ya dîrokî ye!

Di 29´ê cotmeha 2014´a da hêzek pêşmerge bi çekên giran cû Kobanê hawara birayên xwe.
Piştî çend hefte şerekî giran, pêşmerge û gerîlayên kurd qatilên dewleta tirk û Daîşê şikandin û Kobana birîndar ji çete û qatilan paqij kirin.
Bijî 29´ê cotmehê roja biratî û yekîtiya kurdan ya dîrokî !

Tirk, erkanên dewletê û hukûmetê wek her sal dikin, îro jî 29´ê cotmehê, 102 saliya avabûna cumhûrîyeta xwe ya derewîn, cumhûrîyeta ji bo me kurdan sîstema herî irqçî, herî faşîst e, bi qîjewîj û bi helahopek pir mezin pîroz dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar