Keçikê bi kalikê xwe ra sohbet dikir. Kalikê wê digot hin
meriv hene xerab in, dibê meriv hevza xwe ji wan bike, ji wan dûr keve.
Gotinên kalikê wê zêde nediket serê keçikê, ji kalokê xwe ra
got:
Kalo, bi ya min tu kes bi daxwaza xwe, kêfî xerab nabe, hin sebebên psîkolojîk
hene.
Kalikê wê mizicî, serê xwe rast û çep li ba kir, got:
Çimkî wer tê hesabê wan. Çimkî di xerabiyê da kara wan heye. Lema xerabiyê tercîh dikin. Diristî ne rehet e, fedekariyê, bedelekî dixwaze. Merivên xerab, nerind naxwazin wî bedelî bidin. Çimkî li dû kara xwe ne.
Keçikê bi baldarî li kalikê xwe guhdarî dikir. Kalikê wê axaftina xwe dewam kir, got:
-Di hundurê her kesî da tarîtiyek, başî û xerabî heye. Hin însan tarîtiyê, xerabiyê hildibijêrin. Bi îrada xwe xerabiyê hildibijêrin. Ne mecbûr in bibin merivên xerab, ne jî kes wan mecbûr dike. Çimkî rindî, başî ne li menfeeta wan e.
Keçikê got:
-Baş e kalo, dibê meriv çi bike?
Kalo gopalê xwe li erdê xist, got:
-Tu yê çi bikî keça min? Tu yê xwe ji kesên wer dûr bixî, tu yê nebî dost û hevalê xeraban. Tu nikanî her avzêmê, her gerrekê bimiçiqînî. Dema tu ji hin deran derbas dibî dibê tu dîqet bikî pê li çamûrê, gerrekê nekî.
Kalo, bala xwe da neviya xwe, keserek kûr kişand, got:
-Û viya jî ji bîr meke. Efûkirina her merivê xerab carnan dibe sebebê şirîktîya, hevalbendiya sûc û sûcdar.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar