28 oktober 2025

Ne rast e Rûdaw ji kurdekî ra bibêje filankesê kurd mir

Malpera Rûdawê gava li ser hunermendekî, nivîskarekî, resamekî nûçeyekê dide, mensûbîyeta wî/wê ya netewî, qewmî jî tim pê va dike, dibêje filankesê KURD nizanim çi kir. Filankesa KURD nizanim çi kir.
Mesela gotiye:

”Wênegirê Kurd Kemal Seydo koça dawî kir.”

”Derhênera Kurd Ebrû Avciyê xelateke navneteweyî wergirt.”
Bi ya min wek malpereke kurdî diyarkirina nasnameya hunermendekî kurd ne rast e. Ne hewceye kurdbûna wî, wê were diyarkirin.

Wek ajanseka kurdî meriv ji kurdekî ra nabêje filankesê kurd mir !

Gava xeber, nûçe li ser yekî biyanî be meriv nasnameya wî, navê welatê wî dibêje, lê ji yekî kurd ra nabêje filankesê kurd ev kar kir, ev xelat girt.
Gava malpereke tirk, ereb, alman, swêdî li ser Ebrû Avciyê ev nûçe daba, dibê bigota, ” Derhênera Kurd Ebrû Avciyê xelateke navneteweyî wergirt. Wênegirê Kurd Kemal Seydo wefat kir.”
Lê malpereke kurdî, telewîzyonekî kurdî ne hewce ye, ne rast e nasnama wî, wê ya kurd jî pêve ke.
Gava Rûdaw nasnameya kesê kurd jî diyar dike, ew dibe wek malpereke, ajanseka biyanî, fena malpereke tirk, ereb qala kurdekî bike.
Ma gava Rûdaw beyaneka serokê partiyekê dide, dibêje Ahmedê kurd ê serokê filan partiyê wiha gotiye?
Manşêteke wiha bi kar nayne, nasnama wî diyar nake. Çimkî Rûdaw ajanseka kurdî ye û qala kurdekî dike. Kurdek dema qala kurdekî dike navê wî/wê dibêje, nasnameyê jî diyar nake.
Mesela gotiye, ”Denîzê Kurd bû leheng, Stuttgartê 3 puan standin.”
Di vir da jî ne rast e bibêje ”Denîzê kurd”, bigota Denîz Undav têrê dikir.
Rojnameyeke alman ev manşet bi kar anîba rast bû, lê ne rast malpereke kurdî ji kurdekî ra bibêje, ”filankesê kurd” ev kar kir.

Ma tirk, ereb alman dema li ser sinetkarekî xwe, yekî ji qewmê xwe xeberekê didin, nasnama wan jî dibêjin?
Bêguman nabêjin, tenê nav dibêjin.
Dema nûçe li ser yekî biyanî, xerîb be meriv nasnameya wî, wê dibêje, lê di nûçeya yekî ji qewmê xwe da meriv nabêje, ”Kemal Seydoyê kurd mir, Ebrû Avciya kurd xelat girt.”
Rûdaw vê şaşiyê di hemû xeberên xwe da dike, xeberên li ser kurdan wek ajanseka biyanî dide. Dibê dev ji vê şaşiya xwe berde.
Ne rast e bibêje Zinarê Xamo yê kurd di bloga xwe da wiha gotiye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar