Koma Amedê li Amedê, Ciwan Haco jî li Zaxoyê bi deng û muzîkên xwe dilên hezkiriyên xwe rakirin pêdarê
Du roj berê Koma Amedê li Ameda rengîn bi muzîk û sitranên xwe dilê amedîyan
rakir pêdarê, zîyafetek muzîkê ya xweş da muzîkhezên diyarbekrî.
Ciwan Haco jî îro li Zaxoyê, li ser Pira Delal zîyafeteke xweş da hezkiriyên xwe yên ji her çar parçeyên Kurdistanê.
Ez her sitranbêjên Koma Amed, Ciwan Haco û kesên ev konser amade kirin pîroz dikim.XXX
Fûara Kitêban a Amedê qediya. Hêvî dikim bazar kesad derbas
nebû, baş derbas bû. Tahb û sahba wan bi avê da neçû.
Weşanxane qala netecîyeyên bazara fûarê bikin ewê baş be.
Yek bikanibe jimara, îstatîstîka kitêbên hatine firotin parve bike ewê pir baş
be. Di vê fûarê da gelo çend kitêbên kurdî(kurmancî, zazakî), çend kitêbên
tirkî hatin firotin?
XXX
Vêsê min çer kompîtora xwe vekir Facebookê ev rismê min û
Salihê Kevirbirrî nîşanî min da, fena ku bibêje, 14 sal berê Salih bûbû mîvanê
te, belkî te ji bîr kiriye, ez tînim bîra te.
Ji bo ku ev xatira xweş ez anî bîra min ez sipasî Facebookê
dikim û risim jî carek din parve dikim.
XXX
Vê dayika dildara Kurdistanê ji dil pîroz dikim. Kilama dilê
hemû kurdan distirê.
XXX
Wele jiyan bê telewîzyon nabe. Jiyane heye jî ne xweş e.
Sê roj in gelşeke telewîzyina me çêbûye, em bê telewîzyon
in. Hundur xalî ye, bêdeng e. Berê me çawa bêtelewîzyon debar dikir nizanim, lê
nuha bê telelewîzyon û kompîtor û telefona desta jiyan qet ne xweş e. Lawikê me
mîvanê me ye, ew li oda xwe ye. Ez û xanim jî li ruyê hev mêze dikin.
Xanim dibêje ne xema min e, radyo heye têra min dike.
Ez jî gav û seetê geh baz didim ber kompîtorê, geh diçim li ser dîwanê cî li xwe xweş dikim. Lê netîce bê Tv jiyan ne xweş e û weselam.
XXX
Mamoste pir jê hez dike
Zarokekî tembel hebû, rojekê bavê wî jê pirsî, got:
-Lawo xwendina te çawa derbas dibe, nabêna te û mamosteyê te
çawa ye?
Lêwik got:
-Nabêna min û mamostê min pir baş e, pir ji min hez dike. Ji
min ra got, sala bê ez û tu dîsa bi hev ra ne.
XXX
Camêrekî wê rojê şîretek li min kir, got, ”Zinar, bi kurdî
tarîx nayê nivîsîn, ji kerema xwe ra dîrok binivisîne ji boy fêmkirinê”.
Hin kes çawa kanin şîretên wiha li xelkê bikin aqilê min
nagire.
Tirkek tu carî ji tirkekî ra nabêje çima te filan gotin bi
kar anîye, dibê tu wê bi kar neynî, filan gotinê bi kar bînî.
Her nivîskarek li gorî xwe sitîleke xwe, vokabulereke xwe
heye.
Hin camêr ji vê zanînê bêpar in, lema jî wî heqî li ba xwe
dibînin midaxeleyî zimanê xelkê bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar