Li welatekî xelkê li hemberî hukumdarê li ser text serî hilda, xwestin wî bixînin.
Milet ne neheq bû. Çimkî li welêt ne edalet mabû, ne jî heq û huqûq. Bi navê
dûzan mûzanê tiştek nemabû, her tişt xera bûbû. Bêyî rişwetê, bertîlê tu kar
nedimeşiya. Her kesî li devê hukumdar dinêrî.
Hukumdar rojekê xelkê li hemberî wî serî hildabû li dora hewzekî bajêr top kir
û axaftinek kir, ji wan ra got:
Dibê her kes piştî nîvî şevê bi tenê were satilek şîr bera vî hewzî bide. Lê gerek her kes viya bike. Dibê her kes bi tenê be, kes kesî nebîne. Çer roj hilat dibê her kes were li vir hazir be. Piştî hewz tije şîr bû, soz ji we ra, ezê dev ji textê xwe berdim û herim.
Roja din çer roj hilat her kes hat li dora hewz kom bû. Êdî wexta xelasiya ji vî hukumdarê zalim hatibû. Her kes bêsebir bû.
Hukumdar hat, çandira li ser hewz rakirin.
Bavo çi bibînin?
Hewz tije bûye, lê ne şîr e, tije av e. Çimkî her kes eynî tiştî fikirî ye, ji xwe ra gotiye:
-Di nava hewqas şîr da kî yê bizanibe min ne şîr, satilek av berdaye hewz?
Bi vê fikrê bêyî çend kesan, her kesî ji dêlî şîr satilek av berdaye hewz. Hewz tije av kirine.
Yê hukumdar berê xwe da miletê li dora hewz, dest bi axaftinê kir, got:
-Hûn dibînin we çi kiriye? Hûn çi bin ez jî ew im. Ji bo ku hûn fêlbaz in, duzenbaz in, hûn ji nav xwe kê jî hilbijêr in netîceyê tu carî neyê guhertin. Yê were dewsa min jî ewê yekî wek min be. Ji ber wê jî ez dev ji textê xwe bernadim. Hûnê jî di nav vê dûzana hûn layiqî wê ne bimînin. Hûn misteheqê vê dûzanê ne. Hûn çi bin serokê we jî ewê tim yekî weke we be.
Dest xweş!
SvaraRaderaSipas ji bo te jî. Çîroka tirkan e. Ev serok tam li gorî vî miletî ye.
Radera