25 oktober 2025

Hêvî dikim bazara kitêban îsal li Fûara Kitêban a Amedê baş be

Nizanim Fûara Kitêban a Diyarbekirê îsal çawa derbas dibe. Hêvî dikim bazara kitêban ne kesad e, îşê weşanxaneyan baş e.

Di fotografên di medyaya sosyal da tên parvekirin da ez tu qelebalixê, tu bikiran, mişteriyan nabînim. Giş fotografên xwediyên weşanxaneyan, nivîskaran û mîvanên ji bo fotogirtinê çûne wir in. Tu alvêr, malvêr(kirîn û firotin) xuya nake.

Yanî ji dûr va bazar kesad xuya dike, hêvî dikim texmîna min şaş be, bazar baş e, kêfa weşangeran li cî û geş be.

XXX

-Însan ji bo ku bedenên xwe bixemilînin serwetekê lê xerc dikin. Ji bo xemilandina aqilên xwe qet nakevin tu kefteleftê. Ji ber wê ye jî piranî ji der da birqokî, di hundur da riziyayî ye.

Dîyojen

Ji ber wê ye pêşiyên me gotine, min li bejnê nêrî bi zêran kirî, laçik rakir qartikê gurrî.
dibê meriv bi bejnê, bi gotinê nexape, bala xwe bide emel, bala xwe bide şexsîyetê.

XXX

-Ji bo ku meriv hevalên xwe nas bike dibê meriv ji serketinê û zorê, dijwariyê, xemgîniyê derbas be. Di serketinê da meriv jimara hevalên xwe fêr dibe, di xemgîniyê da, di zorê û dijwariyê da jî qelîteya wan fêr dibe.

Ev gotin bi navê Konfuçyus parve kirine, belkî jî ne ya wî ye. Lê gotineke xweş e û rast e jî.
Dost û dijmin, dilxwaz û dilnexwaz di rojên meriv ên teng û fireh da, di şîn û şahiyan da xuya dibin.
Dema karê meriv rast neçe, ji meriv ra xerab were, dost û hevalên meriv li bêjingê dikevin, kî dost e, kî ne dost e, kî heval e, ne heval e ji hev tên gerandin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar