Prof. Taner Akçam di kanala Youtube ya rojnamevan Erkam Tufan da dibêje:
”Alpaslan Turkeş ermenî ye. Serokê MHP´ê Devlet Bahçelî ermenî ye. Mehmet Agar
ermenî ye.
Serokwezîrê kevn Mesût Yilmaz ermenîyekî ji Hemşînê ye.”
Carnan hin kesan digot, Devlet Bahçelî kurd e, Mehmet Agarê qatilê bi sedan
kurdî kurd e.
Lê şikir wa ye sosyolog, dîrokzanê tirk Taner Akçam dibêje, Alpaslan Turkeş jî,
Devlet Bahçelî jî, Mehmet Agar jî, Mesût Yilmaz jî ne kurd in, xalis, muxlis
ermenî ne.
Yanî ermeniyên bi qewmê ra îxanet kirine, bûne pantirkîst, nasyonalîstên tirk.
Lê helbet ermenî, yahûdî û kurdên bûne tirk, eslê xwe vedişêrên ne ev kkes tenê ye, bi hezaran yên wek wan hene.
Nuxteyeke hevpar a gişan heye, ew jî neyartiya
kurdan e û pantirkîzim e. Ji bo ku koka xwe veşêrin û xwe têxin çavên tirkan
gişkpantirkîstên har, êrîşka rin.
XXX
Einstein gotiy”Ji bo ku hûn xwe rehet bikin karê hûn jê hez dikin hûn xerab bikin jî dev ji kirinê bernedin, dom bikin.”
Çimkî serketin bi ceribandinê, bi berdewamiyê mimkûn dibe.
Di riya azadiyê da em gelek caran têk çûn, lê me tu carî dev
ji xebat û micadelê berneda. Lema îro em pir nêzî azadiyê, serxwebûnê bûne.
Lê hinek xebata din jî lazim e, kêmasiya me bêtifaqî ye, înşela
emê wê jî hel bikin.
XXX
-Ez dûr û dirêj li heywanan dinêrim. Ne yek jî li hemberî
yekî ji hemcinsê xwe bi çonga ve nakeve erdê, serê xwe jê ra natewîne.
Walt whitman
Rast e heywan ji hev ra sujde nabin, lê însan dibin, him jî
xwe ji hev ra dikin erd, dibin şelaf û pepûkên ber destên hev.
XXX
Rûdawê li ser netîceyên hin maçên futbolê çend manşetên,
sernivîsên pir xweşik nivîsîne. Min pir eciband. Xwediyê van manşetan pîroz
dikim.
Çend numûne:
-Liverpoolê dinya li serê Frankfurtê kir tara bêjingê: 5-1
-Chelseayê qorika Ajaxê şikand: 5-1
-PSG bû agir û bi goştê canê Leverkusenê ket: 7-2
-Barcelonayê malika Olympiakosê li mîrata reş gerand.
Sernivîsên, manşetên pir xweş in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar