Min ji You Tube, ji dengê Zozan xanimê kilîpa Ey Dîlberê di Facebookê û di malpera xwe ya X´ê da bi vê şiroveyeya jêr parve kir:
”Waw!
Çi deng e, çiqasî xweş dibêje !
Muhteşm e, hêvî dikim Zozan xanim bi vî dengê xwe yê şîrîn
tim wiha me îhya bike”.
Tu nabêjî ya distirê ne însan e, AI ye.
Kilîp şiîra Feqiyê Teyran, E dîlberê ye:
"ey dîlbera bejin zirav
dêm şûşeya tijî gulav
wey esmera tilî zirav
wêran ez im
malim xirab".
Bîstek derbas bû, çend camêran gotin, ”Kekê Zinar, ev deng û muzik bi hişê
çêkirî (AI) hatiye çêkirin”, sitranbêjeke bi navê Zozan vê kilamê nabêje, robot
distirê.
Ez matmayî mam, min got, wele ev serdem ewê min feqîrî dîn
bike, biçek aqilê min ê heye jî ewê biçelqîne, bike avdew.
Hozan Birader jî gotiye, ”Mamoste, ji xwe berê jî nîv nan bi destê hunermendê
Kurda nediket. Îcar bi ser ecêba de ev tişto mişto derketin yekcar bi nanê me
dilîzin.”
Ma ez çi bibêjim?
Min got, erê wele rast e. AI, hêdî hêdî ewê sitranbêjan ji ortê rake. Çimkî wa
ye ji gelekan xweştir distirê.
Nivîskar jî di devê topê da ne, AI kitêban jî dinivîsîne. Û di warê zimên da
sed qatî ji gelek nivîskaran baştir û serketîtir e.
Di taliya umrê xwe da emê gelek kirametên ecêb, yên kesnedîtî bibînin. Ê de a bi
xêr.
Qajewaja me kal û pîran yên ne vê serdemê qurişekî jî nake, AI, ev teknolojiya
aqilê me nagire ewê her tiştî bîne qeysa xwe.
Ez bi xwe êdî gelek zorî û zahmetiyên vê serdemê di jiyana xwe da gav û seetê his
dikim.
Lê ev ne bes e, xanima min jî ji min ra bûye barê serbar, ew ji min gelkî
xerabtir e, her karê wê jî dibê ez bikim. Lê ev jî li Swêd ne qet ne rehet e,
gelek gelşan derdixîne pêşiya me.
Lema ez dibêjim law xwezî min ev serdem nedîta û hewqas zor û zahmetî
nekişanda.
Ez nikanin perê xwe bi rehetî bi kar bînin. Ji bo ku em tiştekî bikirin,
alvêrekê bikin robotên banqeyan ji me gelek tiştan dixwazin. Û ji ber ku xanim
ji bin d aji van tiştan fêm nake, her tişt dikeve hustuyê min. Lê ez jî her tim
nikanim ji dêlî wê va bikim.
Lema ez dibêjim, xanim xwezî me ev serdema robot ketine dewsa însên nedîta…
Lê li alî din mirina zû jî nayê hesabê me, em dixwazin dewleta kurdî, Kurdistana
azad bibînin. Ji bo wê emê van zor û zahmetiyên serdema robotan daqultînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar