23 oktober 2025

Mahcirekî din jî eslê xwe îfşa kiriye

Muşavat Dervişoglu

Serokê partiya ÎP´ê Muşavat Dervişoglu merivekî neyarê miletê kurd û zimanê kurdî ye, gava daxwaza kurdan ya perwerdeya bi kurdî dibihîze har dibe. Do li meclîsê li dijî perwerdeya bi kurdî derketiye, gotiye:

”Em baş zanin zimanê dayikê çi ye, zimanê resmî çi ye. Kes nikane ji min baştir jî bizanibe. Çimkî zimanê dapîra min jî, zimanê papîra min jî cuda ye. Ma hûnê hurmeta ji zimanê dayikê ra fêrî min bikin?”
Gotiye ew ne li dij e kurd li malên xwe bi zimanê xwe bipeyivin, lê daxwaza bira kurdî bibe zimanê perwerdê ew tiştekî din e, ew viya qebûl nake.

Bi van gotinên xwe Muşavat Dervişogluyê mahcir, pêsekiniyê tirkan, neyarê kurdan bi nezanî xwe daye dest, gotiye ew ne tirk e, yanî mahcireke. Ji ber ku ji Fatsayê ye, mahcirekî kafkasî ye, laz e. Belkî jî rûmekî bûye faşîstekî tirk.
Di vê axaftina xwe da gotiye, ez jî ne tirk im, lê min dev ji eslê xwe, dev ji zimanê xwe berda ye û bûme tirk, dibê hûn kurd jî weke min bibin tirk.
Ji ber ku ew merivekî bêşexsîyet e, dev ji eslê xwe, ji zimanê xwe berdaye û bûye tirk, lê kurd wek wî bêşexsîyet nabin, viya red dikin pê pir zor tê, pê diqehere. Ji bo wê jî li dijî perwerdeya zimanê kurdî dertê.
Gava liberxwedana kurdan, daxwaza wan a perwerdeya bi kurdî dibîne har dibe, çimkî daxwaz û liberxwedana kurdan bêşexsîyetiya wî tîne bîrê.
Ji bo ku ji vê rewşê xelas bibe, bêşexsîyetiya wî di hişê wî da, di dilê wî da tim zindî nebe naxwaze kurdî bibe zimanekî resmî û perwerdê.
Jixwe piraniya kesên neyartiya kurdan dikin mahcirên balkanî û kafkasî ne, ew helîyane, tirkbûn qebûlkirine, dixwazin kurd jî wek wan teslîm bibin.
Dema kurd vê teslîmîyetê red dikin, dev ji kurdbûna xwe, dev ji zimanê xwe bernadin zeîfiya wan, bêşexsîyetîya wan, teslîmîyeta wan di hiş û dilê wan da olan dide.
Lê ew çi bikin jî ev karwan ewê bigihîje hedefa xwe, kurd ewê azad bibin û bi zimanê xwe perwerde bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar