22 oktober 2025

Tiştê min xeyal dikir bû derew !

Min nêt kiribû îsal payizê, di vê mehê da 50 saliya zewaca xwe, 75 saliya xwe û 45 saliya nivîskariya xwe bi hev ra pîroz bikim.

Gişk ketibûn hev, min got ewê xweş be bi şahiyekê ez gişan bi hev ra pîroz bikim. Û bi vê minasebetê ji nivîsên xwe kitêbekê, du kitêban biweşînim.
Çend meh berê li ser vê yekê min nivîsk jî nivîsî, di bloga xwe da, di Facebookê da, di X´ê da parve kir.

Min ev fikrê xwe bi ber guhên çend kesan jî xist, ji wan ra jî got, ez tiştekî wiha difikirim.
Min digot belkî hin kes bibêjin em kanin ji bo te pîrozbahiyekê organîze bikin. Ji bo alîkariya madî jî ez amade bûm.

Ez difikirîm bi vê minasebetê hin weşanxane kitêbek, du kitêbên min çap bike. Min ev fikrê xwe jî got.

Min bi tena serê xwe nikanîbû tiştekî wiha bikira; kitêb çap bikira, li Kurdistanê civînek çêkira. Dibê hin kesan xwe bidana ber karekî wiha. Çi ji destê min bihata minê jî bikira.

Lê her kesî xwe kerr kir, tu weşanxaneyekê xwe neda ber karekî wiha. Ji ber wê ev hesabê min di serê xwe da kiribû, ev xeyala min pûç bû; bû xatireyeke tahl.

Ji bona karên wiha dibê merivên te, hevalên te, dostên te, hezkiriyên te hebin. Yên min kesî min tune ye. Çend dostên min hene ew jî bêîmkan in, nikanin tiştekî wiha bikin.

Nizanim çima xwîna min bi xelkê tahl e. Belkî jî ji min da ye, ez buhî xelkê dikim. 

Ya jî min karekî hêjayî teqdîrî nekiriye, lema kes qedir nadê. Ev jî mimkûn e.

Lê axirê sebeb çi be jî dostên min ên kanibin bi karekî wiha rabin tune ne. Heger hebûna ewê xwe nîşan bidana.

Hin nivîskar dostên wan, hevalên wan, hezkiriyên wan hene, ji wan ra gelek tiştan çêdikin. Bi minasebeta 40 salî û 50 saliya nivîskariya wan civînan çêdikin, kitêbên wan diweşînin.

Yê min ne kesên wiha hene, ne jî ez bi xwe kanim tiştekî wiha organîze bikim.

Lê belê ez bi yekê xemgîn û xeyalşikestî nabim û dev ji karê xwe, ji nivîsandinê bernadim. 

Heta ez sax bim, heta ez bikanim ezê binivîsînim. Bira kes nexwîne, bira kes wek kitêb çap neke. Ne xema min e. ez ji karê xwe hez dikim, kêfa min jê rat ê, lema jî bi dil û can dikim.

Îsal çû, êdî tiştekî ez bikim tune ye. Bira bimîne 80 saliya min. 

Heger hetanî wê çaxê ez sax mam û îmkana min a şexsî hebe ezê bi xwe nivîsên xwe di çend cildan da biweşînim.

XXX

Ximîna baranê ye, ewrekî giran wek konekî reş girtiye ser Stockholmê. Yên diherin kar xwe baş pêçane, dilezînin.

Di rojên wiha da dibêjim baş e ku ez teqawit(xaneşîn)im, di riyan da, li ber rawestgehên otobozan perîşan nabim, di malika xwe ya germ da me.

Esas di rojên wiha da xew xweş e, lê ez fêrî zûrabûnê bûme, her sibe seet di hefta da radibim.

Heger ne derew be piştî du seetên din baranê veke, wê demê ezê herim meşa xwe bikim û werim. Sibê heta êvarî di hundur da sebra min nayê, miheqeq derdiekevim der, seetekê, du seetan dimeşim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar