”Eşq wek beharatê ye, kane jiyana we şîrîn bike, lê belê kane xera jî bike,” kane jiyanê li we bike zindan jî.
Kesî evîn nedîtiye, pê ra nepeyivîye, pê şa nebûye. Ew tenê
hiskirineke, hesteke, lê pir xweş e. Meriv pê dilşa dibe, difire asîmanan.
Eşq ne tenê dildariya nabêna du kesan e. Xebata ji bo azadiya miletê xwe jî eşq e, evîneke pir xweş e. Eşqa min, evîndariya min a Kurdistanê ye, ya zimanê min e, eşqeke din bira neyê bîra kesî.
XXX
Her kesê xelk jê hez dike, dide ser serê xwe, bi gotina wî
dike, dide dû wî ne merivê baş e, fikir û îdeolojiya wî ne rast e…
Li dinyayê gelek lîderên, serokên însanan bi çavên pêxmberan
lê dinêrîn xerabiyên, qetlîamên herî mezin kirin. Yanî piştgiriya piraniyê ne pîvana
fikrê rast e.
Piraniyê da dû Hîtler, Mao, Stalîn, Xumeynî. tiştê kirin,
emelê wan felaketên herî mezin in ên însanîyetê dîtine.
XXX
Di siyasetê da sistî, dudilî, tirsonekî pir xerab e, dibe
sebebê meriv bi ser nekeve.
Di siyasetê parastina tiştê rast, biheqbûn meriv nabe zaferê,
ji serketinê ra xebat, îstîkrar lazim e û dibê meriv her gavê di cî û wexta
rast da bavêje. Zû û ecelekirin jî, derengxistin jî keda meriv heder dike.
XXX
Meriv çi kar dibê xwe tam bidê, karê xwe bi hewes û ji dil
bike, dibê êretî neke, lê nemeliqîne, neke karê suxre.
Siyaset jî dibê meriv bi hezkirin û ji dil bike.
Gava meriv hez kir, dibê ji kûrahiya dil hez bike, dudiliyê,
şikê nexe hezkirina xwe. Çimkî rê ji dil diçe dil.
XXX
Heger tu dixwazî pêşeroja xwe bibînî, tarîxê, rabirdûyê, tiştên
derbas bûne fêr bibe. Ji bo ku meriv îro fêm bike, dibê bizanibe do çi qewimî.
Em tarîxa xwe pir kêm zanin. Her ku em tarîxa xwe bêtir fêr
dibin, em bêtir xwe nas dikin, bêtir dibin kurd.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar