Hin nas û dost ji gerr û seyahatên xwe, ji bajarê xwe vîdeoyên şahiyan, gerr û seyranên xwe belav dikin. Ziman tirkî ye, civat, kal pîr, jin, mêr şeqîna wan e bi tirkî dipeyivin.
Bi taybetî jî jin bi tirkiyeke pir nazik, stembolî bi zewq dipeyivin, ”canim, canima”
wan min dîn dike, tavilê digrim, naxazim ew deng were guhên min.
Dema ez vîdeoyên, sehneyên wiha dibînim gelkî pê diêşim, fena li fîlmê têkçûna me, şikestina me, tirkbûna me temaşe bikim. Bi min pir zor tê...
Lê nas û dost, hin kes ji van vîdeoyên civata helîyayî, asîmîle bûyî kêf û zewqê
digrin, ji bo wê jî bi kêfxweşî belav dikin.
Û bi gotinê jî xwedêgiravî li dijî asîmîlasyonê ne, lê di parvekirina vîdeyên civat
û şahiyên bi tirkî da tu şaşiyê nabînin.
Meriv li dijî asîmîlasyonê be vîdeoyên bi tirkî çênake û di medyaya sosyal da
parve nake. Ez bi xwe viya şaş dibînim.
Lehîya asîmîlasyonê seranserê Kurdistanê daye ber xwe, lê hin bajar zêde zêde
di ber çûne. Çimkî berê jî bingeha tirkî li wan bajaran xurt bû. Ji ber wê jî
nuha zimanê civatê tam bûye tirkî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar