Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK´ê) Mustefa Ozçelîk do li Stockholmê li ser rewşa Kurdistanê û kurdan semînerek da. Gelek kes beşdarî semînerê bûn, li Mustefa Ozçelîk guhdarî kirin.
Piştî semînerê hin pirs jê hatin kirin.
Ji pirsan yek jî, ”partiyên me çima yekîtiyekê, cepheyekê çênakin, sebebê
nebûna vê yekê çi ye?”
Birêz Mustefa Ozçelîk bersîveke tatmînkar neda vê pirsê. Got, partiya
DEM´ê, Hudaparê ne tê da, partiyên din di mesela netewî da hema hema gişk wek
hev difikirin, ji bo ku di binê sîwana partiyekê da neyên ba hev, ya jî
cepheyeke netewî çênekin tu sebebekî cidî tune ye. Wek partî ew amade ne bi hemû partiyên din ra yekîtiyê çêkin.
Navê çend partiyan da, got ev partî gişk kanin bibin partiyek, lê nabin. Ew, wek
partî ji roja ava bûne yekîtiyê, hevkariyê dixwazin, ji bona vê armancê tim xebitîne û dixebitin. Lê hetanî nuha tu netîce bi dest nexistine.
Partiya DEM´ê dibêje ew ne partiyeke Kurdistînî ye, ew partiyeke Tirkiyê ye, hedefa
wê îdareya Tirkiyê ye.
DEM, ji bo kurdan serxwebûnê, federasyonê, otonmiyê naxwaze, ji bo pêşketina
demokrasiya Tirkiyê dixebite.
Gava DEM ne li dû yekîtiya kurdan be ez fêm dikim, çimkî ew partiyeke Tirkiyê
ye, azadî û serxwebûna kurdan ne hedefa wê ye.
Hudapar, partiyeke îslamî ye, bi wê ra jî yekîtî nabe.
Bi Partiya Komunîst ra jî nabe, çimkî ew partiyeke komunîst e, hedefa wê
avakirina dîktatoriya proleteryayê ye.
Lê 7-8 partiyên din çima nabin yek, ya jî cepheyeke netewî ava nakin?
Mustefa Ozçelîk bersîveke tatmînkar neda vê pirsê. Tenê dîtinên partiya xwe got
û qala xebetên xwe yên ji bo vê armancê ra kir.
Bi baweriya min sê sebebên esasî yên kurd nikanin dev ji partiyên xwe yên
bêhêz, tabeleyî berdin, yekîtiyekê çêkin heye, bibin hêzeke mezin û bi qewet.
Ji sebeban yek, ji bo ku serok û birêvebirên van partiyan ne merivên nasyonalîst
in, berjewendiyên netewî di ser meqamê xwe ra nagirin lema yekîtiyê çênakin.
Heger berjewendiyên netewî di ser her tiştî ra bigirtina ewê serokatiyên xwe û
partiyên xwe yên tabeleyî bikirana qurbana menfeeta milî, ya kurd û Kurdistanê.
Sebebê duduya, nezanî ye, siyasetê nizanin, bûne serok, lê ne erbabê wî karî
ne. Lema nikanin, nizanin sîyaseteke li gorî şertan û demê bimeşînin.
Sebebê sisiya jî, him ne nasyonalîst in, him jî ne erbabê siyasetê ne.
Siyasetmedarê ne nasyonalîst be, ne erbabê siyasetê be dev ji partiya xwe ya bi
nav heye, lê bi hêz tune ye bernade û yekîtiyê çanake.
Çimkî bîr nabin, çimkî
girîngiya, zerûrîya yekîtiya netewî nizanin.
Bêyî van hersê sebeban ez tu sebebekî din nabînim, tu geleşek din ya ji bo çênebûna yekîtiyê nabînim.
Serokê Sûriyê Ahmed el Şarayê terorîst wek serokekî hêzên îslamî, terorîst bi
salan bi Rûsyayê ra, bi Amerîkayê û Natoyê ra şer kir, nuha dibe mîvanê wan
dewletan yê herî qedirbilind, Pûtîn himêz dike, Trump, Makron himêz dike, bi
Yekîtiya Ewrûpayê ra hevdîtinan dike.
Mêrik şaşika serê xwe danîye, qatlix li xwe
kiriye, qirawêt kiriye hustuyê xwe û bi Xerbê ra, bi Rûsyayê ra hevdîtina dike.
Ahmed el Şarayê terorîst ji bo ku Sûriye perçe nebe, ji bo ku kurd nebin xwedî
dewlet, yanî ji bo berjewendiyên miletê xwe dikeve her boyaxê, her dilqê, dixwaze
bibe dostê Xerbê jî, yê Rûsyayê jî.
Ji bo xêr û berjewendiyên welatê xwe bi Îsraîl ra, bi kurdan ra hevdîtinan dike,
li gorî dilê her kesî dipeyive.
Serokên me yek jî bi qasî Ahmed el Şarayê terorîst ne sîyasî ne.
Serokên me xwe û siyaseta xwe naguherin, çimkî ne erbabê siyasetê ne, çimkî
berjewendiyên miletê kurd di ser her tiştî ra nabînin.
Dema meriv ji heq karekî
derneyê meriv xera dike. Heta ev kes serok bin em tu havilê nakin, nikanin
bibin hêzeke xelk baweriyê pê bîne.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar