19 oktober 2025

Mala Dengbêjan li Wêranşara min pîroz be !


Beledîya Wêranşarê karekî pir hêja, pir bi qîmet kiriye. Li Wêranşarê Mala Dengbêjan vekiriye.

Li bajarê zaroktiya min bi vebûna Mala Dengbêjan pir kêfxweş bûm. Kesên ev kar kirine pîroz dikim.
Mala wan ava be, serokê belediyê û hemşeriyên xwe ji dil û can pîroz dikim. Dibê karên wiha bikin, giranîyê bidin kurdî, xizmetê bi kurdî bikin, bi xelkê ra bi kurdî bipeyivin.




XXX

Di sisiyê cotmehê(vê mehê)da min rismekî du darên li pêş balkona(şaneşîna) mala me parve kiribû.

Herdu jî dar bûn, cîranên hev bûn, lê ne wek hev bûn, jiyana wan, liberxwedana wan a li hemberî xwezayê, payizê cihê bû.

Çi dar in, bi swêdî navê wan çi ye nizanim. Zanîna min a botanîk, li ser nebatan pir kêm e. Swêdî di vî warî da zane ne, ji zaroktî da wan fêrî gelek tiştan dikin.

XXX

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan gotiye, ”dibê YPG ji herêmên Ereb lê hene vekişe, ev yek ji bo Tirkiyê karê herî li pêş e…”

Hûn dibînin bê çi keftar e, çi xebîs e !

Bi hezaran malbatên çeteyên ereb li Efrînê, li Serê Kaniyê di mal û gundên kurdan da bi cî kirine, ji wan ra bi hezaran xanî lêkirine, nabêje bira ew ji gund û bajarên kurdan derkevin, dibêje gerek kurd li ciyê ereb lê hebin nemînin.

Çima kurd ewê li wir nemînin?

Berî ku kurd ji wan deran derên, dibê Kembera Erebî were valakirin. Hafez Esed bi sedhezaran ereb li Kurdistanê, li ser sînor bicî kirin. Dibê ew ereb gişk ji Kurdistanê werin qewitandin.

Çimkî ew dagirker in, bi darê zarê li Kurdistanê hatine bicîkirin.

Lê ji ber ku mêrik neyarekî kurda ye lema dagirkeriya ereb û tirkan normal dibîne, qet qala wê nake, lê neyartiya kurdan dike.

XXX

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar