19 oktober 2025

Dara me ya du hefte berê wek laleyê pelsor bû şulût bûye

Di sisiyê cotmehê(vê mehê)da min rismekî du darên li pêş balkona(şaneşîna) mala me parve kiribû. 

Herdu jî dar bûn, cîranên hev bûn, lê ne wek hev bûn, jiyana wan, liberxwedana wan a li hemberî xwezayê, payizê cihê bû.

Çi dar in, bi swêdî navê wan çi ye nizanim. Zanîna min a botanîk, li ser nebatan pir kêm e. Swêdî di vî warî da zane ne, ji zaroktî da wan fêrî gelek tiştan dikin.

Li zarokxaneyan, li dibistanan wan dibin li daristanan digerînin, li xwezayê wan perwerde dikin.

Di sisiyê cotmehê da dema min risim girt, pelên dara li milê çepê hişin û zer bûn, ya li milê rastê wek laleyê sor bûbûn. Min tim bala xwe dida ya sor û bi kêf li rengê wê yê sorikî laleyî sêr û temaşe dikir.

Dûra hêdî hêdî av jê kişiya, ketin pelweşînê.
Do min bala xwe dayê pelên dara pelhişin zer bûne, lê hîn li ber xwe dide, pelên wê giş neweşîyan e.


Lê dara du hefte berê pelên wê wek laleyê sor bûn şulût bûye, pelek jî pê va nemaye; av bi tevayî jê kişyaye, teslîmî qanûna xwazayê û payizê bûye.
Em însan jî wek daran li gorî demsalan dijîn û di payiza umrê xwe da hêdî hêdî zuha dibin û xwe teslîmî axa sar dikin.
Lê ferqa me û daran, dar bihareke din dibînin, dîsa geş dibin, lê payiza me însanan bêveger e, em bihareke din nabînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar