Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî wek tirkan peyivîye, gotiye:
”Kurd kanin wezîfeyên bilind bigrin. Em dixwazin pirsgirêka bakurrojhilatê
Sûriyeyê bi rêkeftinê çareser bikin. Dema wê hatiye hêzên leşkerî û ewlehiyê
bikevin nav wezaretên karên navxwe û parastinê. Her tişt ji bo gotûbêjê vekirî
ye, lê federalî û dabeşkirin nayên gotûbêjkirin.”
Mêrik eynî wek tirkekî peyivîye, tirk jî dibêjin li Tirkiyê kurd dibin her
tişt. Kurd ne li "wezîfeyên bilind" in, li dû azadî û serxwebûna xwe ne.
Şeybanî jî eynî tiştî dixwaze. Lê te bê wêderê gotiye, gerek li Kurdistanê kurd xwe îdare bikin.
Carê navê wê coxrafiyayê ne ” bakurrojhilatê Sûriyê y” ye,
ew der Kurdistana Rojava ye, ya jî rojavayê Kurdistanê ye. Gerek ev nav têkeve
qanûna bingehî. Navê welatê kurdan Kurdistan e, dibê hûn viya qebûl bikin.
Ya din kurd ne li dû mamûretiya ereban e, kurdan bi hezaran şehîd ji bo ku
bibin leşker û mamûrên dewleta ereban nedan.
Kurd dixwazin li welatê xwe, xwe îdare bikin. Heger hûn dixwazin bi kurdan ra
bijîn, riya vê federasyon e. hûnê welatê xwe îdare bikin, kurd jî ewê welatê
xwe îdare bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar